Şêniyên Dêrazorê: Rêveberiya Xweser nûnertiya min dike

Li ser banga Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê, bi sedan şêniyan daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û banga naskirina Rêveberiya Xweser kirin.

Şêniyên Dêrazorê: Rêveberiya Xweser nûnertiya min dike
Şêniyên Dêrazorê: Rêveberiya Xweser nûnertiya min dike
Şêniyên Dêrazorê: Rêveberiya Xweser nûnertiya min dike
Şêniyên Dêrazorê: Rêveberiya Xweser nûnertiya min dike
Şêniyên Dêrazorê: Rêveberiya Xweser nûnertiya min dike
Şêniyên Dêrazorê: Rêveberiya Xweser nûnertiya min dike
22 tebax, 2021   17:04
DÊRAZOR

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê bi diruşma "Rêveberiya Xweser nûnertiya min dike" meşek li dar xist. Meş bi armanca ku Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de fermî were naskirin û ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk  hate lidarxistin.

Nûnerên meclisên sivîl, herêmî û leşkerî yên Dêrazorê di meşê de amade bûn. Di meşê de pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên û banga naskirina Rêveberiya Xweser hatin hildan.

Meş ji çerxerêya Kesra dest pê kir û  li ber avahiya Meclisa Sivîl a herêma Kîsra vegerî mêtîngê. Li ser navê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarokê Besîra yê Dêrazorê Xelîl Etallah axivî û wiha got: "Em bang li civata navneteweyî û tevahî mirovahiyê dikin  kuRêveberiya Xweser nas bikin, ji ber nûnertiya rizgarkirina tevahî gelên herêmê ji zulm û şeran dike."

Etallah piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da û got: "Em piştgiriya QSD’ê dikin, ji ber tevahî herêmên me ji terorê rizgar kirin. Her wiha Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike û em dev ji hêz û vîna xwe bernadin, ji ber ku rêveberiyê gelek destkeftî û serkeftin ji me re anîn."

Li aliyekî din jî Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Mihemed Receb wiha got: "Ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser û Partiya Sûriya Pêşerojê ve me gelek çalakî li dar xistin. Îro tevahî çînên gel tev li meşê bûne da ku Rêveberiya Xweser were naskirin. Ji ber naskirina Rêveberiya Xweser dê bi xwe re encamên erênî li qadên civakî, siyasî û aborî bîne. Li gel wê jî her kes dizane ku Rêveberiya Xweser bi hêzên xwe yên QSD’ê şerê rêxistina herî tundraw kir û di vê oxirê de karwanên şehîdan dan."

Receb êrişên dagirkeriyê yên Tirk û sûcên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar  kirin û wiha domand: "Siyasetên dewleta Tirk vîna me naşkîne, lê girêdan û îsrara me bi projeya neteweya demokartîk ve xurtir dike. Em ê têkoşîna xwe ya siyasî li hundir û derve xurt bikin heta Sûriyeke pirrengî ya nenavendî ya demokratîk ava bibe."

Mîtîng bi diruşmên banga naskirina Rêveberiya Xweser bi dawî bû.

(fr)

ANHA