Malbatên şehîdan: Em ê tola şehîdên xwe hilînin

Malbatên şehîdan ên Qamişlo bang li şêniyên herêmê kir ku biherikin qadan û asta têkoşîna li hember êrişên dijwar ên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê bilind bikin û piştevaniya QSD’ê bikin.

Malbatên şehîdan: Em ê tola şehîdên xwe hilînin
22 tebax, 2021   15:53
QAMIŞLO

Dagirkeriya Tirk îro bi firokeya bêpîlot erebeyeke li pêş mala birîndaran a li gunê Hîmo yê rojavayê Qamişlo bombebaran kir, her wiha pêncşemê jî erebeyeke din li ser rêya Elî Fero yê di navbera Qamişlo-Amûdê de hedef girt, di encamê de yek ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj şehîd bûbû.

Ev êriş bi rasthatina êrişên dagikeriya Tirk li dijî Şengal, navçeya Zirganê û Til Temirê ya Hesekê pêk hatin.

/ar/uploads/files/2021/08/22/145947_hyfyn-syd.webp

Têkildarî vê yekê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvîn Seyid wiha got: "Êdî dagirkeriya Tirk di vê dawiyê de bi firokeyên bêpîlot erebeyên sivîlan bombebaran dike. Ev hewldan tenê nîşaneya binketina planên wê ye, her wiha nîşaneya binketina siyaseta wê ya derve ye."

Hêvîn Seyid piştrast kir ku ev êriş îsrar û berxwedana wan lawaz nakin û wiha anî ziman: "Lê berovajî wê asta têkoşîna me li hember tevahî komployên li dijî kurdan bilind dike, em xwediyê doz û projeya demokratîk in, dagirker nikar vîna me têk bibin."

Hêvîn Seyid soz da ku ew ê tola şehîdên xwe bi bilindkirina asta berxwedan û têkoşîna li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û palnên wê hildin û wiha pê de çû: "Em ê piştevaniya berxwedana QSD’ê li hember dagirkeriya Tirk bikin."

Hêvîn Seyid diyar kir ku ev êriş li pêş piştevaniya wan ji zarokên wan ên li eniyên şer re nabin asteng û wiha li gotina xwe zêde kir: "Em dayikên şehîdan dê biherikin qadan û çalakiyên xwe yên şermezarkirina van planên qirêj li dar bixin."

Girêdayî şerê taybet ê ku dagirkeriya Tirk li dijî herêmê dimeşîne, Hêvîn Seyid bang li şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hişyar bin û divê parastina xaka xwe bikin û wiha anî ziman: "Ji ber parastina herêmê ji êrişên dagirkeriyê ne tenê li ser milê hêzên leşkerî ye, divê gel hemû bikeve dewrê."

/ar/uploads/files/2021/08/22/145931_maswm-hsn.webp

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mahsûm Hesen behsa êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê sûriyê û Şengalê kir û wiha got: "Ev plan, planên qirêj in û berdewama planên berê ne ku bi sedan sal di ser re derbas bûne ku hewl didin kurdan qir û îmha bikin."

Hesen wiha domand: "Divê gelê me nekeve xefka hewldanên dagirkeriya Tirk û piştgirê wê. Ji ber bi van tevgeran hewl didin fîtîne û aloziyê çêbikin."

Têkildarî berpirsiyariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê demê de Hesen wiha berdewam kir: "Divê şênî piştevaniya hêzên leşkerî di têkbirina dagirkerî û derketina wê ji xaka dagirkirî de bike û helwesteke tund li hember van tevgeran nîşan bibe. Lê vîna gelê me dê di dawiyê de bi ser keve û dê dagirkeriyê têk bibe."

QSD’ê di daxuyaniya xwe ya 20’ê Tebaxê de eşkere kiribû ku êrişên dawî îşaretê pê dikin ku qonaxeke nû ya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê ketine dewrê.

(fr)

ANHA