Şêniyên Minbicê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa gundên Yastî û Heyê yên rojhilatê Minbicê têkildarî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelên herêmê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê daxuyanî da.

Şêniyên Minbicê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
22 tebax, 2021   14:33
MINBIC

Şêniyên gundên Yastî û Heyê li pêş avahiya Meclisa El-Heye ya rojhilatê Minbicê  kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê şeremzar kirin. Hevserokê meclisa gundê Yastî Ebdulbasit Şiwêx daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dagirkeriya Tirk li pêş çav û guhên cîhanê tevahî sûcên şer dike, di vê dawiyê de jî nexweşxane û sivîl û zarokên li Şengalê kirin hedef. Ev yek jî temamkirina sûcên terora DAIŞ’ê ye. Ji bilî êrişên leşkerî, av li ser Sûriyê û Iraqê qut kiriye. Bi van siyasetên qirêj hêmanên jiyanê, binesazî û jîngehê wêran dike.

Dema dewleta Tirk dît ku nikare bi tevahî şer û çewisandinê vîna gela bişikanda av qut kir. Ji bilî DAIŞ’ê tu kesî ev siyaset û sûc bi kar neanî. Bi vê yekê tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike. Lê dewleta Tirk ji bîr ku yê teror têk biriye, tevahî hêmanên jiyanê afirandiye, dê vê krîzê jî derbas bike.

Em ji vir ji cîhanê re dibêjin ku em ê bi rêya şoreşa Rojava, biratiya gelan û jiyana hevbeş terora Erdogan têk bibin û em ê her bimînin sembola berxwedanê ya ku dagirkeriya Tirk şikandiye û projeya neteweya demokratîk li nava Ereb, Tirkiyê û cîhanê belav kiriye. Her wiha bang li gelê me yê Şengalê dikin ku li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hevgirtî bin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HEhYRl4ZB8w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>