Artêşa Tirk li ser sînorê Kobanê îşkence li 4 ciwanan kir

4 ciwanên ji bajarê Kobanê ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve îşkence li wan hat kirin.

Artêşa Tirk li ser sînorê Kobanê îşkence li 4 ciwanan kir
22 tebax, 2021   10:08
KOBANÊ

Li gorî çavkaniyan, navên ciwanên ku leşkerên Tirk îşkence li wan kirî wiha ne: Ebdulqadir Mihemed Hecî, Mihemed Mistefa Ehmed, Umer Şahîn Bikul û Mihemed Hesen Hemo ne.

Her çar ciwan piştî ku rastî îşkenceyê hatin, leşkeran ew di ser dîwar re avêtin aliyê Kobanê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ji bo dermankirinê ew rakirin yek ji nexweşxaneyên Kobanê.

(bx)

ANHA