Li asîmanê herêma Efrînê tevgera balafirên dagirkeriya Tirk heye

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li asîmanê navçeyên Şera, Şêrawa yên Efrînê û herêma Şehbayê digerin. Gundên Malikiyê û Merenaz ên navçeya Şerayê jî tên topbarankirin.

Li asîmanê herêma Efrînê tevgera balafirên dagirkeriya Tirk heye
22 tebax, 2021   07:25
ŞHEBA

Li gorî agahiyên ji herêmên hatin bidestxistin, di van kêliyan de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî û li asîmanê herêma Şehbayê, digerin.

Li aliyekî din jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê û Merenaz yên navçeya Şera ya Efrînê tobparan dikin.

ANHA