Hena Somê: Divê seferberiya giştî li dijî dagirkeriya Tirk were ragihandin

Hena Somê diyar kir ku li dijî  dagirkeriya Tirk divê seferberiya giştî were ragihandin û got: "Stratejiya niha ya Tirkiye ew e ku  Sûriyê bi temamî û herêmên me yên ku bi xêr û bêra xwe dewlemend in dagir bike."

Hena Somê: Divê seferberiya giştî li dijî dagirkeriya Tirk were ragihandin
22 tebax, 2021   01:58
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Dewleta Tirk a dagirker tevî peymana agirbestê ya bi Amerîkayê re ku di 17'ê Cotmeha 2019'an de îmze kiriye û peymana bi Rûsyayê re ku di 22'yê Cotmehê de îmze kiriye, di demên dawî de êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî ya Sûriyê - şaxê Qamişlo Hena Somê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qet ranewestandiye û wiha axaftina xwe dewam kir: "Herêmên ji Şehbayê bigire û heta Girê Spî, rêya M4`ê û navçeya Til Temirê rojane têne topbarankirin."

Somê got, Erdogan di vê dawiyê de sûdê ji vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê digire û êrişên xwe li ser herêmê zêde kirin û got: "Erdogan ev bûyera ku cîhan tevahî mijûl kir, bi kar anî û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin."

Hena Somê êrişên dewleta Tirk ên vê dawiyê li dijî Til Temirê wekî peyama ji Amerîkayê re bi nav kir û wiha pê de çû: "Tirkiye bi van êrişan hewl dide helwesta Amerîkayê nas bike û li bendê ye bê ka wê Amerîkayê bersiva van êrişan bide yan na. Lê mixabin dagirkeriya Tirk li gorî peymana agirbestê ya Amerîkayê hîna tev nagere, lê Meclisa Leşkerî a Suryanî li Til Temirê li gorî vê peymanê tev digere."

Somê diyar kir ku bêdengiya Rûsya û Amerîkayê yên qaşo garantorên agirbestê li Bakur û Rojhilatê ne nîşana berjewendiyên wan ên hevpar bi dewleta dagirker a Tirk re ye.

Hena Somê bal kişand ser peymana di navbera dewleta Tirk û Rûsya de ya ku  dema şer li Qerebaxê hate mohrkirin û bêdengiya Amerîkayê ya li hemberî vê yekê, her wiha îşaret bi peymana têkildarî Efrînê di navbera Rûsya û Tirkiyê de hate mohrkirin kir û got: "Ev peyman li ser hesabên azadiya gelên resen ên herêmê, ji Kurd, Suryan û êzidiyan têne mohrkirin."

Hena Somê da zanîn ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê bêdengiyeke metirsîdar heye û ev tişt gor: "Ev bêdengî xizmeta gelê herêmê nake, piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê suryan lê neman û rêjeya kurdan jî kêm bû, ger ku ev tişt berdewam kir dê hîn zêdetir xwîn were rijandin, koçberî çêbibe, demografiya herêmê were guhartin û li dijî gelê me yê li herêmê hîn zêdetir teror were meşandin."

ꞌJI BO DERXISTINA DAGIRKERIYÊ YEKITÎ GIRÎNG Eꞌ

Somê bal kişand ser girîngiya yekitiya gelên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk û got: "Beriya niha gelên herêmê bi Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes, Ermen, Tirkumen, êzidî, misliman yekitiya xwe ava kir û 2012`yan me komên çete ji Serêkaniyê derxistin, piştre me DAIŞ`ê ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxist û niha jî divê heman yekitî ava bibe û hîn xurttir be jî, da ku em vî dagirkerî û çeteyên wî derxin." Somê da zanîn ku divê gelê herêmê dûrî fitneyan bikevin û xwe nespêrin aliyên derve.

Hena Somê destnîşan kir ku divê her ferdek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bide û ev lê zêde kir: "Ji ber ku fikirê Erdogan û fikirê DAIŞ`ê heman fikir e, nabe ev fikir li ser pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were pêkanîn, ji ber ku ew xwediyên şaristaniyên mezin ên wekî şaristaniya Surmer, Akad, Babil, Medya û Aram in."

Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî ya Sûriyê ya Qamişlo Hena Somê anî ziman ku divê seferberiya giştî li dijî dagirkeriya Tirk were ragihandin û got: "Stratejiya Tirkiyê niha ew e ku hîn zêdetir erda Sûriyê dagir bike, di heman demê de Sûriyê bi temamî û herêmên me yên bi xêr û bêra xwe dewlemend in, dagir bike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ePPUBZYDfVg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>