Efrîn… vegera xapînok a koçberan û rewakirina sûcên dagirkeran

Dewleta Tirk û ENKS`ê ku roj bi roj rûyê wan ê rast eşkere dibe û sûcên ku çeteyên girêdayî wan li Efrînê û herêmên din eşkere dibe, bi rêya xapandin û propagandaya vegera şêniyên Efrînê hewl dide sûcên xwe veşêrin. Saziyên mafên mirovan banga hişyariyê li gel Efrînê kir.

Efrîn… vegera xapînok a koçberan û rewakirina sûcên dagirkeran
21 tebax, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN - KENDAL CÛDÎ

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de ji bo naskirina statuya wê gavên dîplomatîk ên stratejîk diavêje û bi projeya xwe ya neteweya demokratîk bû nimûneya xelasiya ji aloziya Sûriyê, dijminên gelan û dûvikên wan ên herêmî lîstokên qirêjî li dijî herêmê dimeşînin.

Ji rêzelîstokên qirêjî ku dewleta Tirk û ENKS niha dimeşînin, rewakirina dagirkeriya Tirk û propagandaya vegera koçberên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li herêmên dagirkirî ye.

/kr/uploads/files/2021/08/21/192902_mustefa-ebd.webp

Ji rêveberên Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê Mustefa Ebdî da zanîn ku beriya ew behsa vegera koçberên ku bi darê zor hatine derxistin bikin, divê garantorên ewlehiyê werin peydakirin.

Bê guman ev lîstok ev demeke dirêj e amadekariya wê tê kirin û niha ketiye pratîkê. Ev lîstok bi dorpêçkirina herêmê û girtina deriyên sînorî, nexasim deriyê Til Koçerê beriya mehekê, her wiha dorpêç û ambargoya ku hikumeta Şamê bi çavdêriya Rûsyayê li ser şênî û koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, dest pê kiriye.

Hikumeta Şamê bi van kiryarên xwe, plana dewleta Tirk a valakirina herêmê pêk tîne. ENKS jî bi rêya rayedar û dezgehên xwe yên çapemeniyê vê planê pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de, endamê Rêveberiya PDK-Sûriyê, endamê têkiliyên derve yê ENKS’ê û cîgirê qaşo bi navê Îtîlafa Sûriyê Ebdulhekîm Beşar di Tîrmeha borî de di civînekê de ku li Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin, îdia kir ku li Efrînê sûc nehatine kirin. Bi vê yekê Beşar sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin, rewa kirin û hewl dide gel bixapîne da ku vegerin Efrînê. Lê Beşar ji xwe pirs nake ku gel çarenûsa bi hezaran welatiyên Efrînê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve hatine revandin, çi ye?.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê, ji roja êrişa li dijî Efrînê sala 2018`a heta dawiya meha Hezîranê ya sala 2021`an ve, 2 hezar û 391 sivîl hatine qetilkirin.

Di heman demê de, li gorî heman navendê 7 hezar û 433 kes (di nav de jin, zarok, ciwan û kesên temenmezin) li Efrînê hatine revandin.

Nemaze di vê mehê de, gelek rayedarên ENKS`ê yên li derve propagandaya vegera şêniyên Efrînê dikin û îdia dikin ku li Efrînê tiştek çênebûye.

Endamê Rêveberiya ENKS`ê Ebdullah Gido ku beriya niha çûbû Efrîna dagirkirî û çavên xwe li hemû sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê girtibû, ji televîzyona ARK a ku bûye berdevkê faşîzma AKP-MHP`ê, gotibû ew soz didin ku dê koçberên Efrînê vegerînin Efrînê.

Di vê çarçoveyê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ragihand ku çeteyên Silêman Şah ku bi navê Emşat têne naskirin, bi şêniyên gundê Şiyê ya Efrînê re rûniştine û propagandaya vegera şêniyên Efrînê kiriye.

'ENKS Û DEWLETA TIRK TENGAV BÛNE'

/kr/uploads/files/2021/08/21/192924_bekir-elo.webp

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo da zanîn ku li gorî ew dişopînin, dewleta Tirk û ENKS gelekî tengav bûne, ji ber ku der barê artêşa Tirk û çeteyên wê de bi dehan rapor derketine û di raporan de tê gotin ku çete sûcên li dijî mirovahiyê yên kuştin, revandin, guhartina demografîk û hwd pêk tînin û wiha dewam kir: “Ev raporên ku derketine, tê wateya ku rojane li Efrînê kuştin, revandin, qutkirina daran, guhartina demografîk û êriş li dijî cihên pîroz û olî, nexasim ên êzidiyan, hene. Lewra ev sûc ENKS`ê tengav û rût dikin. Ji ber vê yekê jî ev propaganda ye û tiştekî rast tune ye û hin malbatên me hatine xapandin."

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê tenê ji meha Tîrmehê ve, 72 kes ji Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatine revandin. Bi gotineke din ji dema ku dewleta Tirk û ENKS propagandaya vegera koçberên Efrînê dikin, 72 kes ji Efrînê hatine revandin.

'JI MALBATÊN KU VEGERIYANE EFRÎNÊ, GELEK KES HATINE REVANDIN'

/kr/uploads/files/2021/08/21/192849_brahm-sxo.webp

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku heta niha zêdetirî 50 malbat vegeriya Efrînê û ev agahî dan: “Lê mixabin rewşên welatiyên ku vegeriyane, ne baş e. Gelek ji wan hatin revandin û çarenûsa wan ne diyar e û hin welatiyên din jî ji bo ku werin berdan, bi hezaran dolar fîdye dan. Ev yek jî metirsiyên me zêde dike. "

'YÊN KU BANGA VEGERA KOÇBERAN DIKIN, ŞIRÎKÊN SÛCÊN ŞER IN'

Mistefa Ebdî diyar kir ku Efrîn li gorî pênaseya navneteweyî ji aliyê  hêzên çekdar ên Tirk ve hate dagirkirin û di Efrînê de komên bêserûber hene û got: “Li gorî raporên navneteweyî û şahidan, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê di bin çavdêrî û beşdarbûna hêzên dewleta Tirk de berdewam in. Dewleta Tirk tu garantî ji bo parastina mafên sereke yên şêniyên Efrînê nedaye, berovajî vê yekê raporên ku behsa koçberkirina bi darê zorê, guhartina demografîk û hedefgirtina sivîlan dikin, înkar dike."

Ebdî wiha domand: "Li hemberî van daneyan bangên ji bo vegera li Efrînê, sûcekî şer ê din e û yên ku banga vegera koçberan dikin, şirîkên sûcên şer in. Ji ber ku sivîlan ber bi herêmeke xeternak û neewle ve bi rê dikin."

Li gorî çavkaniyan ajansa me, çeteyên Sultan Murad ên girêdayî dagirkeriya Tirk gundê Qortqolaqê ji 11'ê Tebaxê de dorpêçkirî ye. Di deh rojan de, hejmara kesên ku ji gundê Qortqolaqê hatine revandin, gihaşt 29 kesan ku di nav de jin û zarok jî hene.

Dezgehên ragihandinê yên girêdayî ENKS`ê ku bi fermana MÎT`a dewleta Tirk dixebitin, ji bo rewakirina sûcên çeteyan li Efrînê û xapandana gel ji bo vegerin Efrînê di bin navê"Li Efrînê aramî heye" bi şev û roj nûçeyên ji rastiyê dûr diweşîne. Di vê çarçoveyê de, serçeteyekî "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" Ziyad Hacî Ibêd ji televizyona Rûdawê re îdia kir ku di 6 mehên dawî de, li Efrînê tu kes nehatiye revandin!.

'DIVÊ ENKS ÇARENÛSA WELATIYÊN EFRÎNÊ YÊN REVANDÎ PIRS BIKE'

Ebdî di nava nirxandinên xwe de, bal kişand ser propagandaya ku ENKS û dezgehên wê yên çapemeniyê dike û got: "ENKS û dezgehên wê yên ragihandinê ku beşek ji Îtîlafa Sûriyê ya ku nûnertiya siyasî ya milîsên çekdar dike û têkiliyên xwe bi Tirkiyê re hene, propagandaya vegera şêniyên herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, dike. Lê ENKS`ê divê hewl bi deh hezaran sivîlên ku di zindanên milîsên Tirkiyê de û hin ji wan girtiyan birin Tirkiyê, werin berdan. Her wiha ENKS bixebite da ku mal û milkên welatiyên koçber ên ku ji aliyê komên bêserûber ve hatine talankirin, vegerîne ji xwediyên wan ên resen re. Di heman demê de, zextê bike ku milîsên çekdar ji herêma Efrînê bi tevahî derkevin."

Ebdî destnîşan kir ku vegera koçberên ku bi darê zorê ji herêma xwe hatine derxistin, ne bi dayîna daxuyaniyan e, lê belê pêwîstiya vegerê bi mercên taybet heye.

"HEYA KU DIJMIN LI AXA ME BE, NA JI VEGERA LI EFRÎNÊ RE"

Bê guman welatiyên Efrînê tevî rêveberiya Efrînê yek ji armancên wan ên sereke ew e ku vegerin Efrînê. Lê welatiyên Efrînê vegera di bin sîwana dewleta Tirk a dagirker de red dikin. Di vê çarçoveyê de, çalakvanên Kurd û Sûrî ku neçarî koçberiyê bûne dest bi hemleya "Na ji vegera Efrînê re, heya ku dijmin li axa me be" û #EfrinUnderTurkishOccupation kir.  Hemle bi awayekî berfireh li ser malperên medya dijîtal belav bû.

Bekir Elo anî ziman ku ew dixwazin ku şêniyên Efrînê vegerin warê xwe, lê vegerek bi rûmet be û wiha domand:"Eger vegerek hebê divê piştî rizgarkirina Efrînê be û derketina artêşa TIrk a dagirker û çeteyên wê bê. Her wiha divê veger di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de û bi amadebûna bi dehan dezgehiyên çapemeniyê bê. Lewra vegerek ji dervayî vê çarçoveyê, tu wateya xwe tune ye û ev vegereke xapandineke."

BANGÊN HIŞYARIYÊ JI BO GELÊ EFRÎNÊ

Elo bang li şêniyên Efrînê kir û got:"Em gelê xwe yê Efrînê re yên ku li Şehbayê, Helebê û herêmên din dimînin, hişyar dikin ku ev ne vegereke rast e. Ji ber ku vegera Efrînê bi şev û dolaran nabe. Em ji gelê xwe re dibêjin ku ENKS û delweta Tirk êdî iflas kirine, ji ber vê yekê jî itîfaq kirin û vê propagandaya vegera koçberên Efrînê dikin. Da ku gel sûcên li Efrînê ji bîr bike û îdia bikin ku tiştek li Efrînê tune ye. Lewra careke din dibêjin ku divê gelê me bi propagandaya dewleta Tirk nexape."

Îbrahîm Şêxo jî di vê çarçoveyê de got:"Hin aliyên girêdayî dewleta Tirk ên wekî ENKS, Weqfeya Serbixweyên Kurd û Kombûna Niştmanî ya Azadîxwazên Efrînê, propagandaya vegera şêniyên Efrînê dikin. Armanca wan jî ku gelê Efrînê bixin qurbaniya berjewendiyên xwe. Lewra em wekî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ji gelê xwe yê Efrînê re dibêjin ku em bi vegera şêniyên Efrînê re ne, lê divê veger bi garantiya  hêzên navneteweyî û biderketina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê be."

'VEGER DIVÊ BI GARANTIYA NAVNETEWEYÎ BE'

Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk ji aliyekî ve îdia dike ku bila welatî vegeriyan warê xwe da ku sûcên xwe yên li wir veşêrê û ji aliyekî din ve jî destûr daye çeteyên ku xwe ku dema welatî vegeriyan, di bin îşkence û revandinê re derbas dibin û  pere wekî fîda dixwazin.

Şêxo got ew wek rêxistineke mafên mirovan ji gelê Efrînê re yê li her derê dibêjin ku divê vegera li Efrînê bi rûmet be û bi garantiya hêzên navneteweyî be.

ANHA