​​​​​​​Şengalî li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk meşiyan

Şengalî li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk meşiyan. Di meşê de hate diyarkirin wê xwedî li rêveberiya xweser a Êzidiyan û li Şengalê xwedî derkevin.

​​​​​​​Şengalî li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk meşiyan
21 tebax, 2021   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Meşa ji aliyê Meclisa Xweseriya Demokratîk (MXDŞ) ve hatiye organîzekirin, li pêşiya Medreseya Sor a li navenda Şengalê dest pê kir. Di meşê de ya ku gelek jin beşdar bûbûn, serok û rêveberên sazî û dezgehên Şengalê, endamên Meclisa Eşîran, rûspiyên herêmê û bi sedan kes cîh digirin.

Di meşê pankartên wekî, “Em Iraqî ne, em Êzidî ne, ji bo mafên xwe têdikoşin”, “Bi tola şehîdan wê xweseriya Şengalê mîsoger bibe” û wêneyên şehîdên Şengalê hatin bilindkirin. Her wiha bênavber dirûşmeyên wekî, “Şehîd namirin”, “Bimire xiyanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” hatin berzkirin.

Girseya gel heta Sûka Kevin a Şengalê ku balafira dewleta Tirk dagir li wir wesayîta Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen bombebaran kiribû û ew şehîd xistibû, meşiya.

Piştî meşê li cihê ku Fermandar Seîd Hesen lê şehîd bûbû daxuyanî hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Cigîrê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

 “Bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, hemû pêkhateyên wê, sazî û dezgehên wê û gelê wê em êriş û komployên dewleta Tirk û hevalbendê wê bi tundî şermezar dikin.

Di demeke wisa de Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li herêma Şengalê bû, balafirên dewleta Tirk a dagirker 16’yê Tebaxê navenda Şengalê bombebaran kir û yek ji pêşengên civaka Êzidiyan, fermandarê YBŞ’ê û parêzvanê wî ku di rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê de rolek sere lîstine, şehîd bûn.

Tirkiye bi vê yekê re jî sînordar nema û balafirên wan ên şer di 17’yê Tebaxê de gundekî li bakûr rojhilatê çiyayê Şengalê bombebaran kirin. Di vê bomberanê de 8 kesên ku di nava wan de endamên tenduristiyê jî hene şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Ev êriş li dijî serweriya xaka Iraqê, mafên mirovan, peymanên navnetewî, pîvanên mirovî ye.

Tê zanîn ku pêkanîn çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kiribûn, bi destê dewleta Tirk û Serokomarê wê Erdogan pêk hatine. Armanca van êrîşan tunekirina nasnameya civaka Êzidî ye ya ku xwedî dîrokek kevnare ye.

Em ê li hemberî van plan û komployên li ser Şengalê tên meşandin, wekî dîwarekê bisekinin. Emê bi hemû pêkhateyên xwe yên Êzidî, Şîa, Ereb re, li ber xwe bidin, em ê xwedî li îrade û xweseriya Şengalê derkevin.

Em dixwazin ji Hikûmeta Iraqê bipirsin ka çima bêdeng e. Hikûmeta Iraqê berpirsyara parastina ax û civaka Iraqê ye. Pêwîst e hikûmet erka xwe bi cîh bîne û bi hemû şêwazan bersiva dewleta Tirk bide. Her wiha divê li ser van êrîşan îzahekê ji civaka Êzidî re bike.

Em bang li hemû pêkhate, ol û baweriyên Iraqê bang li hemû derdorên xwedî wijdan û şeref dikin ku dijî plana Osmaniyan a dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Her wiha em bang li raya giştî ya navnetewî, Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û saziyên baweriyan dikin ku mudaxeleyî rewşê bikin û helwest nîşan bidin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.