Koçberên Efrînê banga rawestandina terora dewleta Tirk kir

Koçberên Efrînê di Roja Bîranîna Qurbaniyên Terorê ya Cîhanê de bang li rêxistinên mafên mirovan û civata navneteweyî kir ku sînorekî ji terora çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ`ê re deynin.

Koçberên Efrînê banga rawestandina terora dewleta Tirk kir
21 tebax, 2021   12:54
ŞEHBA

Di Roja Bîranîna Qurbaniyên Terorê ya Cîhanê de ku 21`ê Tebaxê ye, Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitê ya kantona Efrînê û koçberên Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komkujiyên çeteyên artêşa Tirk a dagirker û DAIŞ`ê yên li dijî gelên Rojava û Şengalê, hatin şermezarkirin.

Daxuyanî li Kampa Serdem a kantona Şehbayê hate dayîn. Bi dehan şênî tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Efrah Elî û endamê desteyê Egîd Xelîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, teror ji nexweşiyên pir xetertir e, gefan li ewlehiya civakan, jiyana kesan dixwe û gelek şekil û formên wê hene lê hemû jî li ser pîvana tundî û zerarê li hev dikin.

KOMKUJIYA ŞENGALÊ

Desteyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi hezeran kombûnên terorîst hene, ji ber wê gelek mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest didin, tenê ji ber ku qurbaniyên îdeolojiya tundraw in. Ji wan koman a herî xeter El-Qaîde ye ku gelek şaxên wê li hemû dewletên cîhanê hene. Iraq ji dewletên ku bû şahidê hovantirîn êrişên DAIŞ`ê ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de êrişî Şengalê kir û zêdetirî 3 hezar kes bûn qurbaniyêb wê wê û zêdetirî 7 hezar jin hatin revandin.

KOBANÊ

Her wiha desteyê di daxuyaniyê de behsa komkujiya Kobanê kir ku di 25`ê Hezîrana 2015`an de pêk hatiye. Desteyê bi bîr xist ku piştî rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê, çeteyan cilên YPG`ê li xwe kirin û êrişî bajêr kir. Di encamê de 300 kes hatibûn kuştin.

Desteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku komên alîgirên dewleta Tirk û Artêşa Azad a Sûriyê li Efrînê bi desteka artêşa Tirk a dagirker gelek komkujî pêk anîn mîna komkujiya El-Mehmûdiye, Cilbil û Kobalê.

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitê di dawiyê de bang li hemû rêxistin, komele di serê de yên mafên mirovan û dewletên pêwendîdar kir ku rijandina xwînê bisekinînin, sînorekî ji terorê re deynin, deriyê aştiyê vekin da ku bi rûmet bijîn û mafên xwe bi dest bixin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TREnOVlPwu8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>