Şêniyên Minbicê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşek li dar xist

Şêniyên xeta El-Muhterêq û El-Farat a gundewarên Minbicê bi meşekê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên bakur û rojavayê Minbicê, şermezar kirin.

Şêniyên Minbicê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşek li dar xist
21 tebax, 2021   11:13
MINBIC

Meş li gundê El-Ewseclî yê başûrê Minbicê bi beşdarbûna şêniyên xeta El-Muhteriq, El-Farat, endamên saziyên sivîl a demokratîk a Minbicê û endamên meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de Sultan Ebdulhemîd yek ji şêniyên gundê El-Ewseclî bi navê beşdaran axivî û got: "Em îro derketin da ku destwerdana dewleta Tirk di axa me de, red bikin û kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin."

Ebdulhemîd got ew ji Erdogan û çeteyên wî re dibêje ku sûcên wan ên li dijî gel, hêz û israra wan zêdetir dike.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo jî diyar kir ku hepeymana Rêveberiya Xweser parastina nirxên cîrantiyê dike, heta roja îro jî êriş ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî herêmên din pêk nehatine.

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk ava vexwarinê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut dike û êrişên xwe berdewam dike.

Berdevka jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê a xeta El-Muhteriq û El-Farat, Refîf El-Semran da zanîn ku tevî  ku 5 sal di ser rizgarkirina Minbicê re derbas bûne jî, lê heta niha dewleta Tirk desteka komên çete û terorê didomîne.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LduoyD3yWU8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>