Meclisa Til Hemîsê: Divê gelên herêmê hevgirtin û berxwedana xwe xurt bikin

Meclisa navçeya Til Hemîsê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê şermezar kir û got divê gelên herêmê hevgirtin û berxwedana xwe xurt bikin.

Meclisa Til Hemîsê: Divê gelên herêmê hevgirtin û berxwedana xwe xurt bikin
21 tebax, 2021   10:23
QAMIŞLO

Meclisa navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê daxuyaniyek da.

16`ê Tebaxê dewleta Tirk a dagiker êrişî Şengalê kir, piştî wê bi rojekê navçeya Zirganê topbaran kir. Di encama wê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Her wiha li dijî bajarokê Til Temirê jî êriş ji Mijdara 2019`an ve têne kirin.

Têkildarî mijdarê Meclisa Til Hemîsê daxuyaniyek da û tê de bêdengiya navneteweyî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê nasekinin. Rojane sûc li dîroka wê ya reş zêde dibin. Bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dihêle ku Erdogan û çeteyên wî zêdetir sûcan pêk bînin.

Dema ku dewleta Tirk Şengalê bombebaran kir, êrişî Zirgan û Til Temirê jî kir. Di encama wê de şehîd çêbûn. Her wiha malên sivîlan hilweşiyan. Ji ber wê jî divê em amade bin da ku em serkeftinê bi dest bixin û li hember Erdogan û çeteyên wî bisekinin.

Em xwe naspêrin Amerîka û Rûsyayê, em xwe dispêrin gelê xwe. Ev yek jî bi rêya xurtkirina eniya hundirîn, biratiya me û yekitiya me pêk tê."

(bx)

ANHA