Li Dêrikê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Şêniyên bajarê Dêrikê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Şengal, Til Temir û Zirganê şermezar kirin û teqezî li ser berdewama berxwedana li hemberî dagirkeran kir.

Li Dêrikê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
21 tebax, 2021   09:49
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Til Temir û Zirganê daketin qadan. Meş ji Qada Azadî dest pê kir.

Di meşê de wêneyên şehîdên topbarana dawîn ên li ser her sê herêman hatin hildan û dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Her wiha şêniyên berxwedana Şengalê û gelên herêmê ya li hemberî dagirkeriya Tirk silav kir û soza berdewamkirina têkoşîna û xwedîderketina li QSD, YPG û YPJ’ê da.

Meş li sûka navendî ya bajêr rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Kongreya Star a Dêrikê Fatma Silêman wiha axivî: "Divê hemû gel û pêkhateyên herêmê li hember êrişên dewleta Tirk a faşîst bibin yek û ji bo parastina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşînê mezin bikin da ku li hember komployên li dijî tevahî herêmê, bisekinin."

Fatma bang li gel û pêkhateyên herêmê kir ku li derdora QSD`ê kom bibin, ji ber ku ew ji bo parastina biratiya gelan û jiyana hevbeş tê dikoşe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QZ9OjXWCOoA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>