​​​​​​​Desteserkirina Efganistanê sînaroyeke plankirî û şanoyeke ku bi dawî nebûye

Piştî 20 salan Tevgera Talîban careke din dest datîne ser Efganistanê. Şîrovekarê siyasî û lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehî diyar kir ku desteserkirina desthilata Efganistanê ji aliyê Talîbanan ve ne derbeyeke bû, lê şanoyeke ku plana wê li Dewhayê hatibû kirin.

​​​​​​​Desteserkirina Efganistanê sînaroyeke plankirî û şanoyeke ku bi dawî nebûye
21 tebax, 2021   04:17
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Tevgera Talîban 20 sal piştî ku hêzên Amerîkî desthilatdariya wê hilweşand, paytexa Efganistan Kabulê bi temamî kontrol kir. Piştî êrişên 11'ê Îlonê yên li New York û Washington di 2001'an de NATO bi serokatiya Washington  Talîban bi zorê ji Kabul derxist.

AVABÛNA TEVGERÊ

Tevgera Talîbûna di destpêka salên 90'î yên sedsala borî de anku piştî vekişîna hêzên Yekîtiya Soviyeta berê ji Efganistanê, li bakurê Pakistanê derket. Endamên sereke yên Talîbanê ku piraniya wan Peştûn in, di payîza 1994 'an de li Efganistanê derket pêş.

Her tim Pakistan bi avakirina Tevgera Talîban tê tawanbarkirin, ji ber ku piraniyan efganî yên ku destpêkê tev li tevgerê bûn li peymangehên olî yên Pakistanê perwerde dîtin. Lê Pakistan vê yekê red dike.

Dema ku Talîban gihişt ser desthilata Efganistanê di navîna salên 90`î de heta sala 2001'an yek jê Pakistan bû, Erebistana Siûdî û Îmaratê îtîraf pê kirin û Pakistan dewleta dawî bû ku têkiliyên xwe yên diplomatîk pê re qut kirin.

Piştî êrişên 11'ê Îlona 2001'an ên li ser navenda bazirganiya cîhanê li DYA'yê Tevgera Talîbanê bibû rojev.

Tevger bi hawandina lîderê rêxistina El-Qaîde Ûsama Bin Ladin û peydakirina cihekê ewle jê re tê tawanbarkirin, endamên vê rêxistinê jî bi berpirsyartiya pêkanîna êrişên li DYA'yê hatin tawanbarkirin. Piştî demeke kurt di êrişên Îlonê re derbas bûn, DYA'ye desthilata Talîbanê ya li Efganistanê hilweşand, lê lîderê tevgerê Mele Mihemed Omer nehat girtin.

ENCAMÊN DIYALOGÊN DEWHAYÊ

Piştî derdora 19 salan ji destwerdanê, DYA'yê di sala 2020'an de bi rêya diyalogên ku li Dewhayê pêk hatin, vekişandina hêzên xwe yên mayî ji Efganistanê erê kir, Talîban jî got, ew ê nehêle ku El-Qaîde û çi komên tundraw li herêmên wê tevbigerin.

Her wiha hate destnîşankirin ku dê 5 hezar dîlgirtiyên Talîban li beramberî hezar dîlên hêzên ewlehiyê yên Efganistanê bi hev werin veguhestin û ceza li dijî komên îslamî yên tundraw werin birîn.

Li gorî lihevkirina DYA û Talîbanê, plan ew bû ku Talîban û hikumeta Efganistanê diyalogan bikin û piştre pêşeroja rêvebirina welat were diyarkirin.

Lê bi gihiştina Jeo Biden li ser desthilatê re, fermana vekişandina hêzên Amerîkayê ji Efganistanê da û 31'ê vê Tebaxê wekî muhleta dawî ya vekişandinê diyar kir. Bi vekişîna hêzên Amerîkayê re, Talîban di nava 11 rojan dest danîn ser wîlateyên Efganistanê yek bi yek heta ku Kabulê jî kontrol kir.

Şîrovekarê siyasî û lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehî got: "Desteserkirina desthilatê ya ji aliyê Talîbanan ve ne derbeyeke bû, lê bi koordîneyekê destpêkê bi fermandarên leşkerî û ewlehî yên Efganistanê û koordîneya ne rasterast a bi îstîxbarata Amerîka pêk hat ku di diyalogên li Dewha (Qeter) de amade bû. Tişta ku em dikarin bêjin, ya ku li Efganistanê qewimî şanoyek bû û dê encamên wê li hemû aliyan e neyinî bin."

SÎNARYOYEKE PLANKIRÎ

Têkildarî helwesta DYA'yê ji pêşketinên dawî de, lêkolîner Wehbî wiha got: " Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji sala 2019'an ve biryara vekişînî dabû an roja ku serok Trump biryara vekişandinê ji Efganistanê da û dewleta Qeterê wekî navenda diyalogan di navbera Amerîka û Talîbanê de diyar kiribû. Armanca Amerîkayê ji vekişînê ew e ku bi ziyanên kêm derkeve, nemaze piştî operasyonên wê yên bêserûber ên 20 salan ku tê de hemû baregehên terora herêmî ya Efganistanê ku bibû zemîna rêxistina El-Qaîde û çirûska êrişên li ser Efganistanê derbe kirin. Lê tişta ku niha diqwime, di lihevkirina Dewhayê de hatiye plankirin, nîşaneya vê yekê xetên asîmanî yên hêzên Amerîkayê ku dê vekirî bimînin, tevî ku Talîban welat kontrol kiriye."

ROLA PAKISTANÊ

Derbarê helwesta Pakistanê ji serweriya Talîbanê ya li Efganistanê de Tariq Wehbî wiha axivî: "Pakistan li ser zimanê fermandarekî girîng ê partiya serwer Talîban pîroz kir. Ev dihêle ku em bêjin rola dualî ya Pakistanê  di aliyê çavdêriya sînorê Pakistan- Efganistanê de û zemîna amadekariyên serweriya desthilatê dikir, eşkere dibe."

Her wiha diyar kir ku Pakistan dixwaze rola xwe ya herêmî û bihêz û lîstikvanekî girîng di xebatên ewlehî û aramiya vê herêmê de vegerîne.

BANDORÊN LI RÛSYA, ÎRAN Û ÇÎNÊ

Çavdêr û lêkolîner diyar dikin ku serweriya Talîban dê bandorê li Îran, Rûsya û Çînê bike. Girêdayî vê mijarê Wehbî got: "Îran dibîne ya ku diqewime serkeftineke girîng li hemberî Amerîkayê ye û kîna hundirîn a li hemberî Amerîkayê zêdetir dike, lê li aliyekî din ditirse ku Amerîka Efganistanê ber bi şerekî mezhebî (Sunî-Şîî) ve bibe. Ji ber vê yekê divê ji pêla koçberiyê ya di mehên bê de dest pê bike hişyar be.

Rûsya jî li Tacakistanê heye, baregheke leşkerî ya pêşketî bi qasî baregeha NATO- Icerlîk a Amerîkayê ava dike da ku çavdêriya herêmê bike. Rûsya tiştê ku diqewime wekî cezayek ji bo Amerîka dibîne, lê naşibihîne bûyera ku beriya zêdetirî 30 salan rû da dema ku Sovet bêyî lihevkirinên bi Tevgera Talîban re ji Efganistanê. Lê Rûsya ditirse ku serketina Talîbanê bandorên xwe li şepêlên bi vî rengî li welatên derdorê Rûsyayê bike û biryardariya hin ji van şepêlan ji bo pêkanîna operasyonên ewlehiyê li dijî hebûna Rûsî xurt bike.

Çînê jî li aramiya rêya Herîrê digere, naxwaze bi Pakistanê an dewletên din re bikeve nav her pêşbaziyê ku li ser peydakirina peymanên bazirganî an çêkirina binesaziyê bixebitin, ya herî girîng eleqeya ji bo rêyên bejahî, xizmetên bingehîn, peywendî, kehrebe û avê bixebite. Her wiha dibîne ku deketina Amerîka derfeteke bi hêsan jê re vedike da ku baweriya Talîbanê bistîne madem ku dijminatiya Sîno-Amerîkî çalak be. "

'TIRKIYÊ BÛYERA HERÎ GIRÎNG DI ÇÎROKÊ DE YE'

Lêkolîner Tariq Wehbî behsa rola Tirkiyê di geşdanên li Efganistanê de kir û got:   "Bûyera herî girîng di vê çîrokê de Tirkiyê ye, ji ber ku di diyalogên Dewhayê de mîna çavdêr û alternatîfa eşkere bû da ku cihê hêzên Amerîkayê bigire, herî kêm cihê wê yê parastina balafirgha Kabulê, navedên pêşketî yên hin parçeyên Amerîkayê ku heta piştî derketinê ya tê payîn di 11'ê Îlona 2021'an de be, bimîne.

Lê Tirkiyê dê korîdora derbasbûna penaberên Efganistanê yên ber bi Ewropayê ve be, ji ber vê yekê Yekitiya Ewropayê li ser pêla penabertiyê hişyarî da. Herî zêde serok Marcon di nava gelek axaftinên xwe de name ji Tirkiyê re dişand ku ji çareserkirina mijara penaberên Efganistanê amade be."

Wehbî diyar kir ku Tirkiyê jî mîna Çînê dixwaze para wê dê jinûve avakirinê de hebe, ji ber vê yekê li Dewhayê dikarî bi lîderên Talîbanê re hestiyar be ku bi alîkariya sefîrê Amerîkayê Zilmayzade re erka vekirina lihevkirinên Tirkî-Efganî bigire ser xwe, lê li beramberî vê şerê parastina balafirgeha Kabulê danî."

XETERIYÊN ŞEREKÎ MEZHEBÎ

Li ser pêşerojê Efganistanê lêkolîner Wehbî ev tişt anî ziman: "Hemû gotinên xweş ên ku Talîban dikin, tenê rûyek e heta mirov armancên wê yên eşkere û yên neeşkere bizanibin. Guhertina navê dewletê bi Îmareta Efganistanê ya Îslamî û ala Efganistanê di aliyê navnetweyî de ne cihê rihetiyê ye, her wiha gotinên wê yên li ser azadiya mirov û jin tenê îdia ne ku dixwaze bi rojavayê bide guhdarkirin."

Tariq Wehbî bi domdarî got: " Talîban tevgerek spider e ku xuyangê wê hindik e û ya veşartî pir e. Bi dîtina min, Efganistan dê bi kêmî ve sê salan aram be da ku bigihîje tasfiyekirina navxweyî di tevgerê de, paşê bibe yek partî, lê muxalefeta bi serokatiya kurê Mesûd Şah dê ji hêla çend welatên ku dixwazin Tevgera Talîban were têkbirin ve were fînsekirin.

Ditirsim ku Talîban Efganistanê ji bo şerekî  mezhebî di navbera Suna û Şîa de bi Îranê re bi kar bîne, ev yek dê hemû aliyan biçek bike û bi vê yekê tirsa terorê li ser rojavayî dûr dixîne."

Lêkolîner Tariq Wehbî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Efganistan dê rojeva salên bê be, heta ku rojavayî agahiyên îstîxbaratê ku wê bixe xeteriyê bigirin û amadekariyên operasyoneke nû ji bo jinûve kontrokirina Efganistanê denynin. Şanoya amerîkayê hîna berdew e û xelekên wê bi dawî nebûne."

ANHA