Ciwanên Helebê êrişên li ser Şengalê şermezar kirin

Ciwanên Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê şermezar kirin û gotin, armanca êrişan derbekirina rêveberiya xweser a civaka êzidî ye.

Ciwanên Helebê êrişên li ser Şengalê şermezar kirin
20 tebax, 2021   14:35
HELEB

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Helebê li ber navenda xwe ya li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser Şengalê daxuyanî dan.

Endamê tevgerê Hemîd Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser komkujiyên li dijî civaka êzidî  û hate gotin: "Meha Tebaxê ji bo civaka êzidî meheke bi êş e, di vê mehê de gelek komkujî hatine kirin. 3'yê Tebaxê çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kirin û komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn, 15'ê Tebaxê Mam Zekî Şengalî  hate şehîdxistin, di vê hemê de komkujiya Til Izêr e û di vê dawiyê de jî êriş û komkujî hatin kirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanc ji van êrişan têkibirina rêveberiya xweser a civaka êzidî ye, her wiha hate gotin, êrişên bi hevkariya PDK'ê li dijî gelê Kurd berdewam dikin.

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet êrişa li ser Til Temirê hate kir û hate gotin, di her carê de ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan têk diçe, êrişên hovane dibe ser herêmeke din a Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em di Tevgera Ciwanên Şorşger û Yekitiya Jinên Ciwan de hemû êrişên li ser civaka êzidî şermezar dikin û soza şopandina xeta şehîdan a parastina mîrateya Kurdan didin."

Daxuyanî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ogx4o4GoA2E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>