​​​​​​​‛Yekane rêya rizgarkrina herêmên dagirkirî yekitiya Kurd û Ereban e’

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behadîn Şaban diyar kir ku yekitiya Kurd û Ereban ji bo aramiya herêmê, parastina gel û xêr û bêra wê girîng e, got, heger yekitiya îradeya her du aliyan li ser berxwedana li dijî planên dagirkeran çênebe dê herêmên dagirkirî rizgar nebin.

​​​​​​​‛Yekane rêya rizgarkrina herêmên dagirkirî yekitiya Kurd û Ereban e’
18 tebax, 2021   04:38
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behadîn Şaban got: "Ji bo ewlehiya herêmên me û welatên me, ji bo parastina gelên me û berhemên me yekitiya Kurd û Ereban yek ji hewcedariyên herî girîng e."

Ehmed Behadîn sedemên vê girtiyê spart van xalan: " Destpêkê, ji ber berhemên vê herêmên û cihê xwe yê stratejîk dibe armanca rasterast a emperyalîzm, Siyonîzm û netewperestî ye ku bi awayekî sereke rejîma Erdoganê Tirk ê faşîst nûnertiya wê dike, dagirkiriya rejîma Erdogan a li herêmên berfireh ên Kurd û Ereban li Sûriyê û Iraqê nîşaneya şerekî mezin li hemberî hêzên neteweyî û pêşverû yên Kurd û Ereban."

Şaban ji ANHA`yê re diyar kir ku mêtîngeriya nijadperestî ya Tirk a li ser herêmê ne tiştekî nû ye û got:"Ji ber ku mêtîngeriya Osmanî ya li welatê me derdora 400 salan dewam kir, di van salan de talankirin, desthilat û heqaretê dikir, welatê me ber ji nezanî, xizanî û trajîdyeke ve bir ku berî niha qet nebûye, hişt ku bi salan em li paş bimîn û hîn jî bandora vê yekê heye. Lê bi vê sînordar nema, hegemoniya xwe li ser deverên erebî yên din jî ferz kir mînaka wê jî Lîwaa Îskenderon a sûrî ye, her wiha di halê hazir de gelek herêmên din li Sûriyê û Iraqê dagirkiriye û wan dike Tirk, çand, ziman, serwerî û pergala xwe li ser wan dide meşandin. Bi vê yekê qanûnên navneteweyî û mafên gelan bin pê dike."

Sekretêrê Giştî destnîşan kir ku pêwîst e berjewendiyên hevpar a gelên herêmê di ser her tiştî re werin girtin û wiha dom da axaftina xwe: "Bi taybet gelên Ereb û Kurdistanê, ji ber djimên wan yek e, gefa hebûnê hewcedarî hevgirtina her du gelan e da ku li hemberî xeteriya li ser me tevan Ereb û Kurd bisekinin, ger îradeya her du aliyan a li ser berxwedana li hemberî planên dagirker û Tirkan çênebe dê herêmên dagirkirî neyê rizgarkirin, dê kar û xebata gelê me vala biçe û hêviya pêşketin û pêşdeçûnê jî tune be."

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behadîn Şaban di dawiyê de ev got: "Li hemberî vê yekê ger em vê dersa bêhempa fêm bikin û hevgirtina me ya li dijî dijminê hevpar çêbibe û baweriya di navbera du gelên kevnar û bira de qezenc bikin dê ev serkeftina mezin bibe destpêka rizgarkirina welatên me ji desthilata derve û ji dijminê biyanî yê zalim. Di heman demê de dê zemîna modeleke nû ya têkiliyên di navbera netewe, mezheb, etnîk û olên li welatên me de ava bike. Ev têkilî dê li ser esasê lêborîn, hevdûfamkirin û hevnaskirin, lihevkirin û tevkariya ji bo avakirin û geşkirin be, lê ne li ser esasê nakokî û şerê li ser destkeftiyên biçûk be. Di encamê de ev yek dê rê li ber avakirin û rewşeke demokratîk û pêşketî veke, ku gel tê de çalak be û nêzîkî hev bibin da ku aborî, çand, zanist, huner û berjewendiyên giştî pêş kevin û civakeke nû were avakirin ku zikreşî û feqîrtî û afatiyên ji serdemên dagirkeran û desthilata siyasî û olî tê de tune be."

(eh)

ANHA