'Jinên Efgan dê têkoşîna xwe bidomînin'

Endama Yekitiya Jinên Şoreşger a Efganistanê Sara Sama got, "Jinên Efgan dê li dijî Talîbanê têkoşîna xwe bi awayên cuda bidomînin. Di siberojê de ji bo têkoşîna li dijî tundrawiyê dê bi roleke girîng rabin."

'Jinên Efgan dê têkoşîna xwe bidomînin'
18 tebax, 2021   05:45
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Sara Sama diyar kir ku li gorî baweriya wan Amerîka hîn ji Efganistanê derneketiye û dê hebûna xwe ya li wir bi piştgiriya Talîban û cîhadistan bidomîne û got: "Amerîka naxwaze şerê li Efganistanê biqede, xwe gihandina Çîn û Asya Navîn wek armanceke stratejîk dibîne. Şer ji bo berjewendiya DYA'yê ye."

Sara Sama têkildarî serokê Efganistanê Eşref Xenî ku ji welêt reviya, wiha got: "Hikumetê bi Talîbanê re hevkarî kir û piraniya eyaletan bê berxwedan teslîm kirin. Eşref Xenî pêlîstokeke DYA'yê bû. Xenî û hevkarên wî tu carî nekarîn gelê xwe û Efganistanê biparêzin."

Sara Sama diyar kir ku tekane rêya ku jin û mêrên bindest ên Efganistanê ji zilmê xilas bibin, têkoşîna birêxistinkirî ya li dijî emperyalîzma Amerîkayê û hevkarên wan ên olperest e.

Endama Yekitiya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) Sara Sama rewşa dawîn a Efganistanê ji ANHA'yê re vegot.

Rewşa dawîn a Efganistanê çawa ye? Li wir çi diqewime?

Efganistan niha di rewşeke krîtîk de ye, Eşref Xenî li goî peymana şermê ya DYA’yê, Efganistan radestî Talîbanê kir û ev tevgera Serdema Kevirî ji nû ve anî ser desthilatê. Lê belê ya ku di vê navberê de qewimî, mirovên bêguneh û jin kirin qurbanî. Gelek jinên mîna min hê ji malê derneketine. Talîbanê dest daniye ser hemû eyaletên Efganistanê û jiyana mirovên di bin serweriya Talîbanê de, gelekî ne baş e. Mirov, bi taybet jin, li malan asê man û li hin cihan tundî li jinan kirin û li nava kolanan qetil kirin. Jin bêyî mêrekî nikarin ji malên xwe derkevin. Her kes aciz û tirsiyayî ye.

Niha her tişt girtî ye; daîreyên dewletê, dibistan, zanîngeh û heta dikan jî girtî ne. Li pey planên xwe yên îslamî ne. Qaşo Talîban mirovan ji karê wan dûr naxe û dixwazin mirov ji wan bawer bikin.

Talîban çima li Efganistanê ev qas bi lez bi pêş ve çû? Gelo xetereya jiyanî li ser sivîlan heye?

Ji ber ku hikumetê bi Talîbanê re hevkarî kir û piraniya eyaletan bê berxwedan teslîm kirin. Li gel hevalbendê xwe yê Amerîkayê dixwestin Efganistanê di rewşa bêewlehî û bêaştî de bihêlin. Jiyana mirovan di xetereyê de ye. Di pevçûnên giran ên çekdarî de ku hikumet û Talîbanê li dijî hev bi kar anîn, ji hemû eyaletên Efganistanê mirov hatin kuştin, birîndarkirin, malên wan hatin xerakirin û koçberkirin. Bi tenê 400 hezar kes neçar man ji bakurê welêt koç bikin. Koçber di nava xizanî û perîşaniyê de dijîn.

Gelê Efganistanê çawa li dagirkeriya Talîbanê dinêre?

Gel ditirse ku Talîban wan ji hemû mafên wan bê par bihêle û rojên tarî vegerîne. Ji ber ku Talîbanê bawerî bi mafên mirovan, mafên jinan û mafên medenî nîn e û gel ji van mafan bê par dihêle. Bi taybetî jin dê ji mafê xwe yê perwerdeyê bê par bimînin. Gel niha bêyî destûra endamên Talîbanê nikare tiştekî bike.

Amerîka çima ji Efganistanê vekişiya, tu vî şerî çawa dinirxînî?

Hê jî baweriya me ew e ku Amerîka ji Efganistanê derneketiye û wê bi piştgiriya Talîban û cîhadistan hebûna xwe ya li wir bidomîne. Amerîka naxwaze şerê li Efganistanê biqede, lê belê xwegihandina Çîn û Asyaya Navîn wek armanceke stratejîk dibîne. Ji ber vê yekê Amerîka çi li gel Talîbanê û çi jî bi DAIŞ'ê re dudilî nabe ku bi piştgiriya van teroristan bike û destwerdana kar û barên hundirîn ên Efganistanê bike. Dewamkirina şer di çarçoveya berjewendiyên DYA'yê de ye.

Ji Efganistanê ber bi Tirkiyê ve koçberiyeke zêde heye. Koçberên tên Tirkiyê kî ne?

Serokkomarê Efganistanê Eşref Xenî got "Wek serokkomar ez ê parastina welatê xwe bidomînim." Lê ka berxwedana gel û hikumeta Efgan a li dijî Talîbanê? Eşref Xenîp pêlîstokeke DYA'yê bû û ev daxuyanî bi armanca xapandina gel û cîhanê bû. Xenî û hevkarên wî tu carî gelê xwe û Efganistan neparastin. Xenî di çend rojên dawîn de bi Talîbanê re hevkarî kir û her tişt firot wan û piraniya leşkeran mirin.

Li gorî te dê li Efganistanê di demên pêş de çi bibe?

Bi hatina Talîbanê re gel dê careke din bi rejîmeke antî-jin a faşîst re rû bi rû bimîne û Efganistan dê careke din bibe navenda teror û sûcan. Di bin serweriya vê rejîma xwînxwar û paşverû de dê gelê me ji hemû mafên xwe bê par bimîne û bi taybetî jin dê dîsa li malê bên hepskirin. Siberojeke tarî li pêşiya me heye.

Tê gotin ku li Efganistanê jin li dijî Talîbanê çekan radikin?

Jinên mîna Qamar Gul hene ku çek rakirine, tola malbata xwe ji Talîbanê hiltînin. Hin jinên din jî bi piranî endamên partiyên cuda yên cîhadîst in û hin ji wan jî bi çekên xwe ji bo propagandayê dîmenan li ser sosyal medyayê belav dikin. Haya jinên Efgan jê heye ku bi hatina Talîbanê re dê herî zêde ew zirarê bibînin û tevî terora Talîbanê ya li dijî jinan û qanûnên Serdema Navîn, berxwedana keç û jinên Efgan dê bi awayên cuda li dijî Talîbanê berdewam be. Di dema pêş de dê di têkoşîna li dijî tundrawiyê de roleke girîng bilîzin.

Wek RAWA plansaziya we çi ye?

Yekane rêya xelasbûna ji perîşaniya gel û bidawîkirina êşên wan, têkoşîna birêxistinbûyî ya jin û mêrên bindest ên Efganistanê ya li dijî emperyalîzma DYA û nokarên wê yên olperest û neolperest e. Em dixwazin bi xebata demdirêj û perwerdekirin û birêxistinkirina jinan a li deverên cuda yên Efganistanê bibin beşeke tevgera li dijî dagirkeriyê.

ANHA