​​​​​​​Malbatên şehîdan: Divê PDK`ê tavilê gerîlayên revandî serbest berde

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê diyar kir ku kiryarên PDK`ê xizmeta dijminê Kurdan dike û bang lê kir ku di zûtirîn dem de gerîlayên revandî serbest berde.

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Divê PDK`ê tavilê gerîlayên revandî serbest berde
17 tebax, 2021   23:43
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve bi giranî êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Gerîlayên azadiyê li hemberî artêşa Tirk berxwedaniyên mezin nîşan dide.

Li Başûrê Kurdistanê PDK`ê destekê dide êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîlayan, isbata vê yekê jî hêzên xwe dişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişî gerîla dikin. Her wiha beriya 20 rojan hêzên pêşmerge bi hevakariya artêşa Tirk êrişî komeke gerîla kir ku hîn jî çarenûsa wan ne diyar e.

Der barê mijarê de endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Silêman Silêman got, kiryarên PDK`ê n xizmeta gelê Kurd nakin, lê xizmeta berjewendiyên dijinên gelê Kurd dike.

Silêman Silêman  got: "Di demên dawî de hejmareke ji gerîla li ser destên PDK`ê şehîd bûn, piştre hejmarke din hatin revandin, ev yek qet nayê qebûlkirin."

Silêman bang li PDK`ê  kir ku tavilê gerîlayên revandî serbest berde û ji bo yekitiya Kurdan bixebite.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî got, ev ne cara yekem ku PDK`ê bi kiryarên wiha radibe, di dîroka xwe de gelek kiryarên mîna van kirine, vê carê jî gelek gerîla ji aliyê PDK`ê ve şehîd bûn.

Eyşe Efendî bi domdarî got: "Dayikên gerîla dibêjin ku gelo PDK`ê çi me dixwaze û dê heta kengî  ev xiyanet berdewam bike? "

Eyşe Efendî bang li PDK`ê kir ku dev ji vê xiynetê berde û destên xwe bixe destên gerîla da ku  yekitiya Kurdan ava bibe, her wiha banga serbestberdana gerîla kir da ku şerê Kurdan çênebe.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Osman Elî Osê jî axivî û ev pirs kir: "Gelo çima PDK`ê ewladên me yên gerîla direvîne, ma gelo ne şerem e ku di vê roja me de ev yek pêk were?, divê PDK`ê biratiya Kurdan qebûl bike ji ber ku em wan ji xwe re wekî bira dibînin."

Di dawiyê de Osê got diviyabû PDK`ê ev yek qet nekiriba û bang li PDK`ê dikin ku gerîlayan serbest berde û lêborînê ji wan bixwaze.

(eh)

ANHA