​​​​​​​Jina bi parçeya mûşekan birîndar bûye gihaşt Hesekê

Di encama topbarana dagirkeriya Tirk li dijî navçeya Zirganê de jinek bi parçeya mûşekan birîndar bû û niha ew jin li Nexweşxaneya Gel a li taxa Ezîziyê ya Hesekê ye.

​​​​​​​Jina bi parçeya mûşekan birîndar bûye gihaşt Hesekê
17 tebax, 2021   20:34
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, jina bi navê Fehîme Elo (50  a ku bi parçeya topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî navçeya Zirgan û gundewarên wê de ji zikê xwe de birîndar bûye gihaşt Nexweşxaneya Gel a Hesekê.

Vê êvarê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê ser û ber navçeya Zirganê topbaran kirin, di encamê jine û pitikekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan sivîl birîndar bûn.

(fr)

ANHA