Şêniyên Tirbespiyê ji bo Şengalê meşiyan

Şêniyên navçeya Tirbespiyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê meşiyan û got, hikumeta Bexda  û Başûrê Kurdistanê ji êrişan berpirsyar in.

Şêniyên Tirbespiyê ji bo Şengalê meşiyan
Şêniyên Tirbespiyê ji bo Şengalê meşiyan
Şêniyên Tirbespiyê ji bo Şengalê meşiyan
Şêniyên Tirbespiyê ji bo Şengalê meşiyan
Şêniyên Tirbespiyê ji bo Şengalê meşiyan
17 tebax, 2021   17:09
QAMIŞLO

Bi diruşma "Bêdengiya cîhanê erêkirina qirkirina xweseriya Êzidxanê ye" bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê daketin qadan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û bêdengiya navneteweyî, hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star a rojhilatê navçeyê dest pê kir û li sûka navendî ya navçeyê dewam kir. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî û erebî hatin berzkirin.

Meş li dawiya sûkê rawestiya. Bi navê Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava Hediya Şemo axivî.

Hediya Şemo destnîşan kir ku bêdengiya hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê eşkere dike ku hevkarên dewleta Tirk in û qirkirina êzidiyan qebûl dikin.

Hediya Şemo her wiha bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ji bêdengiya xwe derkeve.

Bi navê Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê Ziyad Rûstem jî got, dagirkeriya Tirk ji şexê civaka Êzidî de gelê Kurd dike armanc û çand û kevneşopiya resen a gelê Kurd derbe dike.

Rustem bêdengiya hikumeta Bexda û Başûrê Kurdistanê bi "Xiyaneke dîrokî li gelê Kurd" bi nav kir.

Bi navê Meclisa Êzidiyan a Ewropayê Beşîr Şengalê diyar kir ku Erdogan bi hemû rêbazan hewl dide Şengalê vegerîne mîna berê ku hatibû paşguhkirin û bê hêza parastinê bû.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana YBŞ û YJŞ'ê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/x-D_ALJupmU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>