​​​​​​​Koordînasyona PYD'ê ya Lubnanê êrişên li ser Şengalê şermezar kirin

Koordînasyona Giştî ya PYD'ê ya Lubnanê got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê berdewama komkujiyên DAIŞ'ê yên li dijî êzidiyan e.

​​​​​​​Koordînasyona PYD'ê ya Lubnanê êrişên li ser Şengalê şermezar kirin
17 tebax, 2021   16:48
BEYRÛT

Koordînasyona Giştî ya PYD'ê ya Lubnanê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Van rojan salvegera 7'an a komkujiya li dijî Şengalê ye ku terorîstên DAIŞ'ê bi desteka dewleta Tirk pêk anîne. Wekî berdewama van komkujiyan dagirkeriya Tirk careke din bi balafiran êrişî Şengalê kir, erebeya fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin hedef. Di encamê de fermandar Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn. Em di PYD'ê de vê êrişî bi tundî şermzar dikin.

Hemû êrişên faşîzmê bi armanca qirkirina êzidiyan e. Ev êrişa dewleta Tirk a dagirker ne ya yekemîn e, lê berdewam û îsrara wê ya qirkirina gelê Şengalê ye. Her wiha ev êriş binpêkirina mafên êzidiyan û hedefkirina vîn û rêveberiya wan a xweser e.

Çawa Mam Zekî û Diyar Xerîb beriya 3 salan kir hedef, îro bi heman armancê fermandar Seîd kir hedef. Fermandar Seîd ji salan ve tê dikoşe da ku civaka Êzidî xwe bi rêxistin bike û azadiya xwe bi dest bixin. Her wiha roleke sereke li hemberî êrişên li xetên pêşî lîst û bû deng û êşê êzidiyan di qada siyasî de û ji wan re bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Xwîna şehîd Seîd wê vala neçe, em ê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin heta faşîmza Tirk û çeteyên wê têk bibin. Bi rihê fedekariyê wê bi hezaran hevrên şehîd xeta wî bişopînin.

Em Koordînasyona Giştî ya PYD'ê bang li gelê Kurd dikin ku li hemberî êrişan deng xwe bilin bikin û xwedî li şehîdan derkevin.

Em soz didin ku şopdarên xeta şehîdan bin heta armancên wan ên avakirina şengaleke azad û demokratîk pêk bînin û gelê xwe biparêzin."

ANHA