Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi şêniyan re civiya    

Meclisa Sivîl a Tebqayê bi şêniyan re civiya, rewşa siyasî ji wan re nirxand û li pirsgirkên wan guhdar kir.

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi şêniyan re civiya    
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi şêniyan re civiya    
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi şêniyan re civiya    
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi şêniyan re civiya    
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi şêniyan re civiya    
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi şêniyan re civiya    
17 tebax, 2021   14:46
TEBQA

Bi sedan şênî, di nav de nûnerên Rêveberiya Sivîl û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer rewşa siyasî nirxand û got, ji aliyê dewletên hegemon ve gelek komplo ser Rojhilata Navîn ve têne kirin, armanc jê ew e ku projeyên xwe pêk bînin, dest deynin ser berhemên Rojhilata Navîn û gelên wê bixin bin serweriya xwe.

Umer behsa serkeftinên kur Rêveberiya Xweser pêk anîne kir û wiha domand: "Em gelê Sûriyê divê armanca me avakirina Sûriyeke nenavendî be, divê em hevgirtî bin, ji nakokiyên mezhebî û nijadî dûr bikevin û biratiya gelan wekî  rêgezekeê esas bigirin da ku dagirkeriyê ji herêmên xwe biqewitînin."

Umer her wiha got: "Nîşaneya herî mezin a serkeftina Rêveberiya Xweser serdanên şandeyan ji bo herêmên me û vekirina nûnertiya rêveberiyê li Swêsreyê ye. Ev serkeftin encamên hevgirtina gel e."

Piştre rewşa rêxistinî hate nîqaşkirin. Beşdaran têkildarî kêmasî û pirsgirkan nêrînên xwe parve kirin. Ji wan pirgirêkên nebaşbûna nan, tunebûna gazê, av û kehrebe.

Rêveberiyê diyar kir ku dê van pirsgirêkan bi aliyên têkildar re were nîqaşkirin da ku di demeke nêzîk de werin çareserkirin.

Civînên bi gel re dê li tevahî herêma Tebqayê were lidarxistin.

ANHA