Partiyên MSD`ê piştgiriya xwe bi Derayê re ragihand

Partiyên MSD`ê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi xelkê Derayê re ragihand û got hikumeta Şamê bi rêya lihevanînan ji çareseriyên bingehîn direve.

Partiyên MSD`ê piştgiriya xwe bi Derayê re ragihand
17 tebax, 2021   12:48
QAMIŞLO

Partiyên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî rewşa li Derayê daxuyaniyek da. Endamê hevserokatiya MSD`ê û serokê Partiya Nûjen Ibrahîm El-Selac daxuyanî li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê xwend.

Partiyên MSD`ê anîn ziman ku ew piştgiriya xelkê Derayê dikin û wiha di dauxyaniya xwe gotin:" Em piştgiriya xelkê xwe yê berxwedêr ê Derayê dergûşa şoreşa Sûriyê dikin. Sala 2011`an çirûska şoreşê li wir dest pê kir. Piştre derbasî herêmên din bûn û sembolên azadî, edalet û demokrasiyê rakirin.”

Partiyan diyar kir ku hikumeta Şamê bi awayekî hov li hemberî wan xwepêşendanan derket, gelek sivîl kuşt, bajar û tax dorpêç kir da ku gelê Sûriyê neçar bike ku xwe teslîm bike. Pê re diyardeya otobusên kes derket holê ku sûriyan ji bajarokên wan bide koçberkirin.

Partiyan daxuyand ku Dera El-Beled di pêvajoyeke gelek xeternak re derbas dibe, dorpêç û topbaran ji nû ve dest pê kir.

Partiyan piştrast kir ku hikumeta Şamê ji dorpêçê û topbaranê armanc dike ku şêniyên Derayê bide teslîmkiirn ku koletî û şikandin qebûl nekirin û nexwestin di destê tu kesî de bibin lîstok bi taybet kesên ku li doza Sûriyê ji xwe kirin bazar.

Partiyan destnîşan kir ku rewşa li Derayê isbat dike ku hikumeta Şamê bi rêya lihevanînan ji çareseriyên bingehîn.

Partiyan di daxuyaniyê de gotin ew li pişta gelê Dera yê berxwedêr e ku li ser xwîna şehîdên xwe bazaran nake û bi daxwazên gelê Sûriyê yên ji bo azadî, rûmet û edaletê ve girêdayî ye.

Partiyan îşaret bi tecrubeya Rêveberiya Xweser kir û got ev tecrube ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê çareserî ye ku tevna erdnîgariya Sûriyê û gelê wê careke din dike yek.

Partiyan di dawiya daxuyaniyê de bang li aliyên di doza Sûriyê de çalak û kesên azadîxwaz kir ku bi awayekî çalak kar bikin da ku rijandina xwîna gelê Sûriyê rawestînin û hêviyên wî yên jiyana birûmet, azad û ya serbixwe pêk bînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uHyys-pIV_Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>