Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em tola şehîdên xwe li erdê nahêlin

Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da û tê da zanîn ku “Em soza mezinkirina têkoşîna şehîdên nemir Seîd Hesen û Îsa Xwedêda didin. Em ê xeyalên Mam Zekî û hevalê Seîd pêk bînin û tifaqa êzidiyan ava bikin. Bila her kes bizane, em êdî wekî demên berê tola şehîdên xwe li erdê nahêlin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em tola şehîdên xwe li erdê nahêlin
17 tebax, 2021   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên ji 2014`an ve li dijî civaka êzidî pêk tên û diyar kir ku dijminên êzdiyatiyê dixwazin bi van êrişan civaka êzidî û Êzîdxanê bê pêşeng û bê parêzvan bihêlin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bal kişand ser serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji Şengalê re ku hemwextî êrişa li dijî navenda Şengalê pêk hat û tê de fermandarê YBŞ`ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ`ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û got: “Tam di vê rojê de pêkhatina vê êrişê, hedef û armancên mezin ên dijmin û dagirkeran jî radixe ber çavan.”

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de soza hesabxwestina ji dijmin û kujerên gelê êzidî da û diyar kir ku ew ê tola şehîdên xwe hildin.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye:

“Heyva Tebaxê ji bo êzidiyan heyveke bi êş, jan û xemginiyê dagirtî ye. Di vê heyvê de wek êzidiyan pir êş û komkujî li me çêbûne û her tim dijminên me xwestiye vê heyvê ji bo êzidiyan bikin heyva şîn û giriyê. Wek mînak, komkujiya Til-Izêr, Sîba Şêx Xidir û Girzerik a 14 Tebaxa 2007’an ku çend roj berê me qurbaniyên vê komkujiyê bi bîr anîn. Êrişên DAIŞ’ê ya hov a li ser Şengalê jî 3’yê Tebaxa 2014’an dest pê kir ku dixwestin êzdayetiyê ji kokê ve rakin, çand, ol û baweriya êzidiyan ji holê rakin, ji aliyê fîzîkî ve tu êzidî li ser rûyê cîhanê nehêlin, axa me bi temamî dagir bikin û demografyaya Şengalê biguherînin.  

Di 15’ê Tebaxa 2014’an de li Koço, li ber çavê hemû cîhanê komkujiyeke mezin pêk hat. Dinya alem wekî ku li fîlmekî temaşe bikin, li kuştin, talan û destdirêjiya li ser me temaşe kirin. Di sala 2018’an de, di roja komkujiya Koço de, mamê êzidiyan, stûna Êzîdxanê Mam Zekî dema ku ji şîna Koço ya birîndar vedigeriya, bû armanca êrişa dewleta Tirk a faşîst. Di encama vê êrişê de Mam Zekî û hevalê Mahîr ku du êzidiyên bi hawara Şengalê de hatibûn, şehîd bûn.

Wekî tê zanîn, ji ber van êriş û fermanan, di rojên meha Tebaxê de ji her çar aliyê dinyayê ji me re peyamên sersaxiyê tên. Lê dijminê dîn û ola me, dijminê çand, ax û baweriya me, her roj li pey kuştina êzidiyan in. Li pey qetilkirina pêşeng, parêzvan û fermandarên me ye. Dixwazin bi van êrişan civaka êzidî û Êzîdxanê bê ser, bê pêşeng, bê parêzvan, bê stûn bihêlin. Em baş di ferqa armanca van êrişan de ne.

Duh jî, roja 16’ê Tebaxa 2021’an, dijminê Êzdiyatiyê dewleta tirk a dagirker car din êrişeke bêbext li ser me anî.  Rêheval û fermandarê me Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda di encama vê êrişa hovane û bêbext de şehîd bûn. Ev her du hevalên pêşeng, di rojên teng de berevanî ji bo Şengalê kirine. Em hemû dizanin dewleta tirk a dagirker ji çar aliyên cîhanê çete kom kirin û bi ser Kobanê û Şengalê de şandin. Wê demê fermandar û pêşengê me heval Seîd tevî malbata xwe, ku yek ji wan jî hevalê Îsa bû, çek rakirin û parastina Şengalê kirin, ji bo Êzdiyatiyê şer kirin. Dema xayinan pişta xwe dan Şengalê û xwestin Şengalê radestî DAIŞ’ê bikin wê demê hevalê Seîd rabû û got “Em xwedanê miletê xwe ne, emê parastina xwe bikin. Em şervan in, em fermandar in. Em Şengalê nadin tu kesî, em parezvanên xwe ne, em şerkerên xwe ne.”

Dewleta tirk a dagirker, dema bibîne Êzidiyek dibe şervan an jî fermandarê Êzîdxanê, dibe bingeha tifaqa êzidiyan û êzidî li dora wî kom dibin, rasterast êrişê wan dike. Piştî fermana 2014’an heya niha êrişên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Ş. Zerdeşt, Ş. Êzdîn, Ş.Cîlo, Pîr Hemîd, Ş.Genco, Mam Zekî, Ş. Mahir û herî dawî jî Ş. Seîd û Ş. Îsa pêk hatin, hemû jî xwedî yek armancî ye. Ev êriş dubarekirina fermanê ne û armanc ew e ku êzidî bê serî bihêlin, bê parastin û bê xwedan bihêlin.

Piştî sala 2003’an û heya fermana 2014’an Şengal di bin desthilatdariya PDK’ê de bû.  Di dema desthilatdariya PDK’ê de jî gerek caran astengî ji hevalê Seîd re hatine çêkirin ku kar û xebatên ji bo Êzîdxana azad nemeşîne. Gelek caran hewldanên girtina wî hatine kirin. Dixwestin rê li ber hevalê Seîd bigirin ku xizmeta êzidiyan neke. Lê bi israra xwe, bi kesayeta xwe ya berxwedêr, bi dilekî mezin YBŞ bi ked û baweriya kesên wek hevalê Seîd hate avakirin. Her wiha cihekî taybet a hevalê Seîd di Meclîsa Gel a Şengalê de jî hebû. Di nav civaka êzidî temamî de cihê hevalê Seîd taybet û cûda bû.

Balkêş e ku êriş di roja serdana Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî ya Şengalê pêk hat. Ji salên 80’yî ve ye cara yekem e ku serokkomar an jî serokwezîrek Iraqê serdana Şengalê bike. Hêvî û bendewarî ew bû ku Serokwezîr Kazimî di serdana Şengalê de bi sazî û dezgehên ku îradeya civaka êzidî temsîl dikin re jî hevdîtinê bike. Tam di vê rojê de pêkhatina vê êrişê, hedef û armancên mezin a dijmin û dagirkeran jî radixe ber çavan.

Di dawiyê de, em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê, soza mezinkirina têkoşîna şehîdên nemir Seîd Hesen û Îsa Xwedêda didin. Em ê kesayeta pêşengê civaka êzidî hevalê Seîd di jiyan û têkoşîna xwe de her zindî bihêlin. Em ê bi dehan Seîd, Îsa, Zekî, Mahîr, Gênco, Zerdeşt, Hemîd, Êzdîn û Cîlo derxin. Em ê xeyalên Mam Zekî û hevalê Seîd pêk bînin û tifaqa êzidiyan ava bikin. Û bila her kes bizane, em êdî wekî demên berê tola şehîdên xwe li erdê nahêlin. Civaka êzidî hatiye wê astê ku ji dijmin û kujerên xwe hesaba dîrokî bipirse. Em vê sozê didin hemû gelê xwe.”

(cx)