Bi dîmen û wêne.. wêraniya li Qibûr El-Qeracne

Ji dîmen û wêneyên ku nûçegihanê me kişandine, asta wêraniya ku bi avahiya Meclisa Herêmî ya Qibûr El-Qiracne ya li gundê Dirdara ya navçeya Til Temirê ji ber topbaranê pêk hatiye, diyar dibe.

Bi dîmen û wêne.. wêraniya li Qibûr El-Qeracne
Bi dîmen û wêne.. wêraniya li Qibûr El-Qeracne
Bi dîmen û wêne.. wêraniya li Qibûr El-Qeracne
17 tebax, 2021   11:12
HESEKÊ

Ji 4 rojan ve dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundewarên navçeya Til Temirê topbaran dike. Bi awayekî domdar jîngehan bi çekên giran dike hedef. Di encamê de gelek zirar bi milkên sivîlan de çêbûn. Ji dîmen û wêneyan ku nûçegihanê me kişandine, asta wêraniyê xuya dibe.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê topbaran kir. Di encamê de zirarên mezin gihaştin avahiya Meclisa Herêmî ya Qibûr El-Qiracne ya gundê Dirdara.

Ji ber ku topbaran heta niha berdewam e, agahiyên têkildarî gundên din ku hatine hedefgirtin, bi dest neketin.

(şx)

ANHA