​​​​​​​TEV-DEM: Hikumeta Iraqê û NY’yî berpirsên sûcên dewleta Tirk li Şengalê ne

TEV-DEM’ê êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê şermezar kir û got hikumeta Iraqê û NY’yî ji vê êrişê berpirsyar in.

​​​​​​​TEV-DEM: Hikumeta Iraqê û NY’yî berpirsên sûcên dewleta Tirk li Şengalê ne
17 tebax, 2021   06:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh balafirên dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Şengalê bombebaran kir, di encamê de fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen û biraziyê wê şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 sivîl birîndar bûn. Têkilarî mijarê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de wiha hate gotin:

"Di demekê de ku civaka êzidî ferman û komployên li dijî vîna êzidiyan ên di serdema Osmanî û heta niha de û ya dawiyê jî fermana li dijî civaka êzidî ya Şengalê ya bi destê DAIŞ’ê pêk hatine, şermezar dike. Dagirkeriya Tirk bi balafireke bê mirov êriş kir û bi vê yekê piştevaniya xwe ji terorê re eşkere dike.

Beriya çend rojan civaka êzidî şehîd Mam Zekî Şengalî, hevrêyên wî, şehîdên komkujiya gundê Koço bîr anîn ku êdî bûne nirx û vîna civaka êzidî. Lê diyar e ku dagirkeriya Tirk pêşketinên civaka Şengalê; ji îsbatkirina rêgezan û rêxistina avakirina civaka demokratîk û parastina rewa ya nirx û çanda exlaqî tehemûl nekir.

Dagirkeriya Tirk a faşîst careke din bi rêya balafireke bêmirov Şengal bomebebaran kir fermandarekî êzidî şehîd Seîd Hesen şehîd xist. Ev êriş sûcekî şer û terorî ye ku dewleteke NATO’yê dike û binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye.

Ev yek vîn û hêza civaka êzidî ya ku rêya berxwedan û têkoşînê bijartiye naşikîne. Êzidî ji pêkhateya Iraqê ya herî bingehîn e ku bi derfetên xwe yên heyî teror têk bir, da ku xwe û nirxê xwe biparêze. Hikumeta Iraqê ji dêvla bihêle dagirkeriya Tirk asîmana wê ji bo derbekirin û êrişkirina êzidiyan bi kar bîne, divê li beramber vîna êzidî, parastin û qebûlkirina wan berpirsiyar be. Bi taybet êrişa dawî ya li dijî Şengalê ji berpirsiyariya hikumeta Iraqê ye.

Em TEV-DEM’ê, NY’yî û rêxistinên hiqûqî berpirsiyar dibînin, ji ber ku tevî sozên dûbare û peymanên ji bo parastina wan hatine îmzekirin kêmneteweyî olî û etnîkî yên li herêmê, paşguh dikin. Her wiha em bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl dikin ku bi erkên xwe yên mirovî rabin ku teror û faşîstê têk bibin."

(fr)

ANHA