Li dijî êrişên li ser Şengalê li ser medyaya civakî bertek zêde dibin

Ji bo pêşîlêgirtina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengalê aktivîst, rojnamevan û çalakvanên medyaya civakî hemleyeke hashtagê da destpêkirin.

Li dijî êrişên li ser Şengalê li ser medyaya civakî bertek zêde dibin
16 tebax, 2021   13:04
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îro balafirên şer ên dewteta Tirk a dagirker sûka kevn a li navenda bajarê Şengalê bombebaran kir, di encamê de 2 sivîl şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn. Ev ne cara yekê ye ku êriş li dijî Şengalê tên kirin, ji dema rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê û vir ve, dagirkeriya Tirk êrişî Şengalê dike.

Ji bo pêşîlêgirtina êrişên dagirkeriya Tirk û xistina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Şengalê di rojeva cîhanê de; aktivîst, rojnamevan û çalakvanên medyaya civakî hashtaga #TurkeyAttacksYazidis da destpêkirin.

Bi hezaran kes li seranserê Kurdistanê û cîhanê tev li hemleyê bûn.

 (cx)

ANHA