​​​​​​​Rojnameyên erebî serweriya Talîbanê li Efganistanê çawa nirxand?

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Efganistanê, bandora serweriya Talîbanê li dewletên derdora Efganistanê û senaryoyên dema pêş kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî serweriya Talîbanê li Efganistanê çawa nirxand?
16 tebax, 2021   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EFGANISTAN DI BIN SERWERIYA TALÎBANÊ DE YE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Duh Tevgera Talîbanê di encama êrişeke dawî û ji nişka ve ku çend rojan dewam kir, dest danî ser peytexta Efganistanê Kabulê. Di rojên berê de Talîbanê hemû herêmên welat ji destê hikumeta Eşref Xenî ku reviya derveyî welat, derxistin. Tevgerê bi vê yekê piştî 20 salan, dûrbûna xwe ya ji desthilatê bi dawî kir. Efganistan careke din kete bin serweriya wê. Niha behsa amadekariyên veguhertina aştiyane ya hikumetê tê kirin.

Berdevkê Talîbanê Zebîhallah Mucahid diyar kir ku çekdarên tevgerê di saetên sibê de li ber deriyê Kabulê sekinîn, paşê derbasî Kabulê bûn. Her wiha diyar kir ku tevgerê ferman da çekdarên xwe ku derbasî herêmên Kabulê bibin. Li gorî agahiyan, piştî ku serokê hikumetê Xenî derket derveyî welêt, çekdarên tevgerê derbasî koşka serokatiyê bûn. Tê gotin ku Xenî çûye Tacikistanê.

Bi vê yekê re balafirên Amerîkayê ku bi hezeran kesên ku ji Kabulê derxistin, di nav de dîplomat, biyanî û efganiyên ku dan û standina wan bi hêzên biyanî re hebû.”

‘HERÎ ZÊDE ÎRAN, PAKISTAN Û ÇÎN DÊ JI GUHERTINA REJÎMA LI KABULÊ ZIRARÊ BIBÎNIN’

Her wiha rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Efganistan derbasî pêngaveke nû ji dîroka wê ya tevlihev ku bi ketina rejîma qraliyetê di sala 1973`yan dest pê kir û piştî ku hêzên Talîbanê Kabul xist bin serweriya xwe û serokê Efganistanê Eşref Xenî reviya, rêveberiya Amerîkayê jî bar avêt ser hêzên ewlehiyê û artêşê ku li hember pêşketina Talîbanê şer û berxwedan nekir. Ji ber vê yekê jî metirsiyên cuda li herêma ku bûye çavkaniya şerê hêzên mezin û paşketî, hene."

Ji destpêka ku Talîban pêşketinên li ser erdê li Efganistanê bi dest xist, herêma Asyaya Navîn ku Çîn, Hindistan û DYA tê de di nava pêşbirkê de bûn, veguherî qada lîstokê ya nû ji van hêzan re.

Di vê derbarê de lêkolîner Kamran Buxarî got Pakistan û Çîn dê windahiyên mezin bidin. Dibe ku hedefgirtina bendera Tişabhar û Şîa El-Hezara li Efganistanê, Îranê bi binketineke mezin re rû bi rû bihêle.

Her wiha berpirsekî payebilind ê Pakistanê got: "Cîhadîst dê bi hêz bibin û dê bêjin heke binketina Amerîkayê mezin be gelo artêşa Pakistanê kî ye ku li ser rêya me bisekine?"

‘GELO KÎ DÊ DESTPÊKÊ ÎTÎRAFÊ BI RÊVEBERIYA TALÎBANÊ BIKE?’

Rojnameya Ukaz jî têkildarî heman mijarê wiha got: “Beriya 24 saetan ji ketina Kabulê, Talîbanê soz da ku ew ê ewlehiya dîplomat û karmendên şandeyên dîplomatîk ên li Kabulê biparêze. Tevgera Talîbanê şaxên zeytûnan dişandin ji şandeyên dîplomatan re, jê re ev name dida; Talîbana sala 2021`an ne wekî Talîbana 1996 an jî 2001`an e.

Dema ku Talîbanê Kabul xist destê xwe, nameyên aramkirinê ji welatên cîranên Efganistanê re şandin û soz da ku ew ê tu pirsgirk an tundiyê li ser sînor dernexe. Her wiha îdia kir ku bidestxistina temamî herêm û parêzgehan bêyî rijandina xwîne, nîşan dide ku gel wê qebûl dike û teqez dike ku ew ê jiyan û milkên welatiyan biparêze.

Efganistan îro li hemberî qonaxeke nû ji tevliheviyê û şer e, yan jî dibe ku li pêşberî qonaxeke nû ya aramiyê be. Hin pispor dibêjin ku vegera Talîbanê li ser hukm dê bi xwe re tevlihevî, şer û terorê bîne. Hinekên din jî pêşbîn dikin ku vê carê vegera Talîbanê cuda bû û ji aliyê hin lîstikvanên herêmî û di serî de Çîn, Pakistan û Rûsyayê ve hatibû plankirin. Her wiha gelek etnîkên cuda hene ku ji bo desthilatê şerê navxweyî dikin û rastî gelek zextan tên ku bi guhertin û veguhertinan re rû bi rû ne. Bi vê yekê rewşa li wî welatî ku ji beriya bi dehan salan ve di şer de maye, zelaltir nabe.”

(bx)