Hêzên dagirker li Til Temirê jinek birîndar kir

Di topbarana dagirekran a li ser gundê Til Şenan ê Til Temirê de jinek birîndar bû.

Hêzên dagirker li Til Temirê jinek birîndar kir
15 tebax, 2021   18:02
HESEKÊ

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Til Şenan ê rojhilatê navçeya Til Temirê de jinek birîndar bû.

Jina bi navê Meryem Hemdo Şêx a di 30 saliya xwe de ji ber perçeyên topên dagirkeran di lingê xwe de birîndar bû.

Meryem rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeyê.

Piraniya niştecihên gundê Til Şenan asûrî ne, hema bêje gund rojane tê topbarankirin.

ANHA