Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê bi dawî bû

Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê bi pêşandanên hunerî û dîlanan bi dawî bû.

Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
15 tebax, 2021   18:46
MINBIC

Bi wesîleya salvegera 5’emîn a rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê û bi diruşma "Bi yekitî û têkoşîna xwe em ê terorê têk bibin û civakeke azad û demorkatîk ava bikin" li qada giştî ya li naverasta bajêr pîrozbahiyek hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî yên Minbicê, şandeya ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şandeyên ji Reqayê beşdar bûn.

Piştî axaftinên beşdaran, gelek komên beşdar stran û dîlanên folklorîk pêşkêş kirin, jê jî koma Minbicê ya Çand û Hunerê stran pêşkêş kir, koma Şehîd Botan Tirkmen govendên tirkmenî gerand, koma Çeçen govendên taybet bi pêkhateya Çeçen pêşkêş kir, her wiha hunermend Mihemed Bilko yê ji kantona Şehba stran gotin, koma Şehîd Arîn govenda Kurdî gerand û hunermend Nesrîn Botan jî stran gotin.

Pîrozbahî bi stranên ji hêla hunermend Ebû El-Foz û gerandina dîlanan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vx_wbqMRRdI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>