Talîban ketine koşka serokatiyê ya Kabulê

Tevgera Talîban ragihand ku çekdarên wan derbasî koşka serokatiyê ya li Kabulê bûn, piştî ku serokê Efganîstê Eşref Xenî ji welat derket.

Talîban ketine koşka serokatiyê ya Kabulê
15 tebax, 2021   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Talîbanê li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku wan dest danîn ser koşka serokatiyê ya li Kabulê.

Tora CNN'ê ya Amerîka li ser zimanê nûçegihanê xwe yê li Kabulê destnîşan kir ku çekdarên Talîbanê "Bi silametî" ketin Kabulê.

Berpirsekî Talîbanê got, tevgera Talîbanê dê demeke nêzî de ji koşka serokatiyê ya li Kabulê îmareta afganîstanî ya îslamî ragihînin.

ANHA