Salvegera rizgarkirinê Minbicê bi coş hate pîrozkirin

Şêniyên Minbicê bi şahiyekê salvegera 5'emîn a rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê pîroz kir.

Salvegera rizgarkirinê Minbicê bi coş hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirinê Minbicê bi coş hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirinê Minbicê bi coş hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirinê Minbicê bi coş hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirinê Minbicê bi coş hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirinê Minbicê bi coş hate pîrozkirin
15 tebax, 2021   17:29
MINBIC

Bi wesîleya salvegera 5'emîn a rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Minbic û gundewarên wê şahiyekê bi diruşma "Bi yekitî û têkoşîna xwe em ê terorê têk bibin û civakeke azad û demorkatîk ava bikin" li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/08/15/165613_mhmd-khyr-shykhw.webp

Şahî li qada giştî ya naverasta bajar bi beşdarbûna şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Şahî bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo axivî û got: "Beriya 5 salan Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê banga şêniyên Minbicê û qîrîna dayikan bersivand û pêngava rizgarkirinê da destpêkirin. Di oxira rizgarkirina bajar de me gelek şehîd dan, sekna me sekna rûmet û serbilindiyê ye."

/ar/uploads/files/2021/08/15/165558_farwq-almashy.webp

Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî got: "Rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêz û rewabûna xwe ji gelê xwe digire."

/ar/uploads/files/2021/08/15/165545_shrfan-drwysh.webp

Di şahiyê de, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş wiha got: "Armancên mezin fedekariyên mezin pêwîst dike, bi vê wesîleyê em şehîdên di rêya vê serkeftina mezin de canê xwe feda kirine bi bîr tînin."

/ar/uploads/files/2021/08/15/165641_hnd-daghstany.webp

Endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Hind Dagistanî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta wan heta avakirina Sûriyeke azad, demorkatîk û nenavendî da.

/ar/uploads/files/2021/08/15/165628_nsryn-alaly.webp

Berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê Nesrîn El-Elî jî îşaret bi kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî jinan kir: "Ev roj ji bîra me naçe, roja tîrêjin roja azadiya hilat û ala serkeftinê bilind bû, hêza DAIŞ'ê ya li sûcên herî hovane li dijî gelan, bi taybet li dijî jinan pêk dianî şikest."

Şahî, bi helbest, stran û dîlanan berdewam dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y8e4sqWTAdw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>