Malbatên şehîdan bang li PDK'ê kir ku çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike

Malbatên şehîdan diyar kir ku revandina gerîlayan ji aliyê PDK'ê ve xizmeta dagirkeriya Tirk dike û bang li PDK`ê kir ku çarenûsa wan zelal bike.

Malbatên şehîdan bang li PDK'ê kir ku çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike
15 tebax, 2021   07:16
HESEKÊ- OLVA HEC MENSÛR

Dewleta Tirk a dagirker a ku 14'ê Sibatê li herêma Garê têk çû, ji 23'yê Nîsanê ve êrişên dagirkirî û qirkirinê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistannê pêk tîne û di êrişên ku hevkariya hêzên PDK'ê ve têne kirin de çekên giran û yên qedexekirî bi kar tîne. Gerîlayên azadiyê HPG û YJA Starê li hemberî êrişan berxwedaneke bêhempa raber dikin.

26'ê Tîrmehê hêzên PDK'ê li herêma Xelîfanê êriş bire ser 3 gerîlayan û heta niha çarenûsa wan ne zelal e.

'ÊRIŞÊN PDK'Ê LI DIJÎ GERÎLA NAKEVE BERJEWENDIYA KURDAN'

Têkildarî wê, bavê şehîd Yilmaz ê ku li Serêkaniyê şehîd bûbû, Ferhan Ferhan diyar kir ku revandina gerîlayan xizmeta dagirkeriya Tirk û PDK'ê dike.

Ferhan destnîşan kir ku êrişên PDK'ê yên li dijî gerîla ne di cih de ne û nakve berjewendiyên gelê Kurd.

Ferhan di dawiya axaftina xwe de got: "PDK'ê bi revandina 3 gerîlayên ji zarokên gelê Kurd xizmeta dagirkeriya Tirk dike ya ku hewl dide şerê navxweyî di navbera Kurdan de  derxîne. Divê derhal çarenûsa gerîlayên revandî were zelalkirin."

'REVANDINA KURDEKÎ JI ALIYÊ KURDEKÎ VE XIZMETÊ GELÊ KURD NAKE'

Her wiha birayê şehîd Girnas ê ku li çiyayê Kurdistanê şehîd bûbû, Mihemed Şikrî diyar kir ku revandina kurdekî ji aliyê kurdekî ve xizmetê gelê Kurd nake û got: " Em bi hêvî ne ku PDK'ê dev ji van kiryarên ku xizmetî dewleta Tirk dike, berde û ji bo gelê herêmê bixebite û destekdayîna wan li çiyayên Kurdistanê bike.

'GERÎLA HÊZEK KURDÎ YE, BI VÎNA XWE ŞER DIKE Û DÊ BI SER BIKEVE'

Şikrî pesnê qehremaniyên gerîla da û wiha domand:" Gerîla hêzek kurdî ye ji zarokên gelê Kurd ên çar perçeyên Kurdistanê pêk tê, dixebite û şer dike ji bo ku axên Kurdistanê bike yek û armancên gelê Kurd pêk bîne. Her wiha hêzek bi vîna xwe şer dike û di dawiyê de dê bi ser bikeve ji ber ku armanca xwe yê bingehîn berjewendiya gelê Kurd e."

Mihemed Şikrî bang li PDK'ê kir ku çarenûsa her sê gerîlayan zelal bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku qonaxa ku gelê Kurd tê re derbas dibe pir hesas e, divê em bibin yek û ji bo yek armancî bixebitin."

Hevjîna şehîd Remedan, Merdiye Ehmed Xelîl revandina her sê gerîlayan şermezar kir û destnîşan kir ku ev ne cara yekem e ku PDK'ê gerîlayan direvîne. Her wiha got: "Em dayik dema dibînin ku PDK'ê li kêleka dewleta Tirk li dijî gelê xwe şer dike, pir xemgîn dibin, ji ber ku ev kiryarên dewleta Tirk e da ku şer û fitnan navbera gelê Kurd de çêbike."

Merdiye got, PDK'ê armancên dewleta Tirk ku şerê gerîla bikin, pêk tîne.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/st9g1dZXrXg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>