Rûsya ji gelê Derayê dixwaze teslîm bibin

Şandeya Rûsya di civîna duh bi komîteyên navendî yên Derayê re, pêşniyar kiribû ku çek bên kişandin û kesên ji aliyê hikumetê ve tên xwestin bişînin herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî.

Rûsya ji gelê Derayê dixwaze teslîm bibin
15 tebax, 2021   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navena Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şandeya Rûsya ji bo çareserkirina rewşa heyî li Derayê di civîna bi komtîeyên navendî re, gelek xal pêşniyar kirine. Ji wan xalan; rakirina dorpêçê ji ser Dera El-Beled, bicihbûna polîsên sivîl li gelek nuqteyan û meşandina dewriyeyên hevbeş, kişandina çekan û koçberkirina bi dehan kesên ji aliyê hikumetê ve tên xwest û yên dijberî peymanê.

Li gorî çavkaniyan, şandeya Rûsya bang li komîteyên navendî li Horanê kir ku îro bicivin da ku nîqaşan bikin û şênî û komîteyên eşîran jî ji biryaran agahdar bikin.

(cx)