Bajarê Celal Abad ket destê Talîbanê

Îro Tevgera Talîbanê bajarê Celal Abad ê rojhilatê Efganistanê kontrol kir. Serokê Amerîkayê Jeo Biden jî ragihand ku ew balyozxaneya xwe vala dikin û tîmên xwe yên sivîl derdixin.

Bajarê Celal Abad ket destê Talîbanê
15 tebax, 2021   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro rayedaran ragihandin ku tevgera Talîbanê bajarê Celal Abad ê rojhilatê Efansitanê bêyî şer, konrtrol kiriye.

Berpirsekî ewlehiyê yê rojavayî jî piştrast kir ku Celal Abad yek ji bajarên sereke yên li dora Kabulê yê ku  di destê hikumetê de mabû.

Tevgera Talîbanê li ser malperên medya Senal ragihand ku wê dest daniye ser bajêr.

Ji aliyekî din ve serokê Amerîkayê Jeo Biden ragihand ku ew tîmên xwe yên balyozxaneyê û sivîl derdixin.

Biden hişyarî da Talîbanê ku ger vê erkê asteng bike, dê Amerîka bersiveke leşkerî ya bi lez û bi hêz bide.

(cx)