Talîban ji gelek aliyan ve dikeve Kabulê

Dezgehên çapemeniyê ku agahiyên xwe dispêrin Wezareta Karên Hundirîn a Efganistanê, ragihand ku tevgera Talîbanê ji gelek aliyan ve dest bi têketina Kabulê kiriye.

Talîban ji gelek aliyan ve dikeve Kabulê
15 tebax, 2021   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê, endamên Talîbanê bajarê Celalabad ê li rojhilatê Efganistanê bi dest xist.

Li kêleka Kabulê hin bajarên biçûk di destê hikumetê de ne, lê belê dûrî paytextê ne û ne xwedî stratejî ne.

(cx)