Li Dirbêsiyê û Amûdê jî pîrozbahiyên salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê

Salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li navçeyên Dirbêsiyê û Amûdê yên herêma Cizîrê hatin pîrozkirin.

Li Dirbêsiyê û Amûdê jî pîrozbahiyên salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê
14 tebax, 2021   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi meşeke bi erebeyan salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Şêniyan bi erebeyan ku bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatibû xemilandin li kolanên navenda navçeyê, gundên Xenameyê, Kerbetilî, Çetelê û Qeremanê geriyan û diruşme berz kirin.

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star şahiyek li dar xist. Şahî bi beşdarbûna bi sedan şêniyan li pêşiya navenda Ciwanan hate lidarxistin. Qada şahiyê bo wêneyên rêber Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê hate xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Navçeya Amûdê Aryan Cûdî salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li gelê Kurd, rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê pîroz kir û got, têkoşîna heyî berhemên Pêngava 15'ê Tebaxê ye. Her wiha got: "Divê em bi rihê Pêngava 15'ê Tebaxê têkoşînê xurt bikin da ku dagirkeriyê têk bibin."

Şahî bi stranên şoreşgerî yên Koma Ciwanên Horî, Koma Agirî, hunermend Elî Mezlûm, Baran Dîlber û Îbo Can bi dawî bû.

ANHA