Li Minbic û Tebqayê panel li ser rola ciwanan hatin lidarxistin

Li Minbic û Tebqayê têkildarî pirsgirêkan ciwanan û rola wan di civak û siyasetê de panel hatin lidarxistin.

14 tebax, 2021   18:04
MINBIC

Yekitiya Rewşenbîran a Bajarê Minbic û Gundewarê Wê têkildarî pirsgirêkên ciwanan û rola wan di civakê de panelek li pirtûkxaneya Mihemed Menal Xizêl li dar xist. Palan bi armanca destekdayîna ciwanan û pêşxistina rola wan a girîng û çalak di civakê de hate lidarxistin. Bi dehan ciwan û endamên Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê beşdarî panelê bûn.

Îbrahîm Hesen behsa pirsgirêkên ciwanan kir û sedem spart kêmbûna derfetên kar û wiha domand: "Kêmbûna derfetên kar bandoreke pir mezin û xeter dike, ji ber valahiyê hin ciwan karên xirab dikin ku wan ber bi talukeyê ve dibe. Ji pirsgirêkên din tunebûna armanc li gel ciwanan ku mercên zehmet û nebaşbûna perwerdeyê dikin hincet."

Hesen destnîşan kir ku koçberî û penabertî roleke neyinî di xerçkirina enerjiya ciwanan de dilîze û hêza civakê ya ku xwe dispêre çîna berhemdar a ciwanan talan dike.

Endama Yekitiya Rewşenbîran Aya Mistefa têkildarî pirsgirêkên din ên li pêşiya ciwanan got: "Gelek malbat nahêlin ciwan xwendina xwe temam bikin û di temenê biçûk de keçên xwe dizewicînin."

Aya Mistefa diyar kir ku bi perwerde û zanebûnê pirsgirêkên ciwanan çareser  dibin û di encamê de asta civakê ya bilind dibe.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin, diyar kirin ku pêwîst e zanebûn û perwerde li gel ciwanan bi rêya dayîna semîneran werin xurtkirin. Her wiha hate gotin ku pêwîst e rê ber belavbûna hişbirê di nav ciwanan de were girtin.

TEBQA

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek bi sernavê"Girîngiya hebûna ciwanan a di  civak û partiyên siyasî de" li  hola navenda Çandê ya Tebqayê li dar xist.   

Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisên Leşkerî, partiyên siyasî û bi dehan ciwanên herêmê beşdarî panelê bûn.

Dîwana panelê ji cîgirê Meclisa Ciwanan Hesen El-Hisên, endamê komîteya dîspilînê ya partiyê Ebdullah Eslan û endama meclisa partiyê ya Tebqayê Xedîce Mihemed pêk hat. Xedîcê destpêka panelê bi xêrhatina mêvanan kir û banga deqeyeke rêzgirtinê kir.

Panelê îşaret bi girîngiya hebûna ciwanan a di civak û rola wan a aktîf kir û got, ciwan stûna sereke ya civakê ne ji ku çalakbûn û cesaret  û çoşê têne naskirin.

Têkildarî girîngiya ciwanan a di partiyên siyasî de beşdaran diyar kir ku dewlet her tim hewl didin ciwanan dûrî siyasetê bixin, li ser vê yekê divê têgehên wekî welatparêzî û exlaq baş di nav ciwanan de werin xurtkirin û ciwan nêzî siyasetê bibin û balê bikişînin ser qadên perwerde û fêrkirinê.

Beşdaran der barê rewşa ciwanan nîqaşan kirin û nêrînên xwe parve bikin.

ANHA