Li Şehbayê panela 'Lîstoka Tirkiyê ya herî xeter'

Li Şehbayê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şûnwarên Efrînê panelek hate lidarxistin.

Li Şehbayê panela 'Lîstoka Tirkiyê ya herî xeter'
Li Şehbayê panela 'Lîstoka Tirkiyê ya herî xeter'
Li Şehbayê panela 'Lîstoka Tirkiyê ya herî xeter'
Li Şehbayê panela 'Lîstoka Tirkiyê ya herî xeter'
Li Şehbayê panela 'Lîstoka Tirkiyê ya herî xeter'
14 tebax, 2021   14:49
ŞEHBA

Gerînendeya Şûnwaran a Kantona Efrînê bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî şûnwarên Efrînê panelek li hola Mîtan a li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar xist.

Panel bi sernavê "Wêrankirin û hilweşandina kelepûra çandî ya mirovî ya Efrînê lîstoka Tirkiyê ya xeternak e" hate lidarxistin. Sekretêrê giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansa Sûrî Mistefa Qelecî, lêkolînerê dîrokê Dr. Ferhad Şewket Nasan, lêkolîner Dr. Ebdulezîz Hemdûş, endamên meclis, yekitî û desteyên kantona Şehbayê beşdarî panelê bûn.

Panel ji aliyê hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a Herêma Efrînê Salih Sîno, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo û endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk Zeyneb Qenber ve hate birêvebirin.

Endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Meryem Mihemed mijara yekem a panelê a bi navê "Çiyayê Kurmênc-Kurddax-Efrîn" şîrove kir.

Meryem Mihemed îşaret bi dîrok û erdnîgariya kantona Efrînê kir û got, gelek şaristaniyan digire nava xwe ji wan şaristaniya Asûr û împaratoriya Hîsîye, her wiha bal kişand ser şûnwarên ku şandeya japonî dema Şikefta Dodreya kolandin.

Meryem Mihemed di mijara duyem a bi sernavê "Dagirkeriya Tirk û hilweşandina kelepura mirovî ya çiyayê Kurmênc " de behsa sûcên ku dagirkeriya Tirk li ser şûnwarên Efrînê kir û bal kişand ser wêrankirina Girê Eyn Dara û girên deverên dîrokê ku hejmara wan zêdetirî 130'î.

Selah Sîno jî wêneyên cihên dîrokî yê ku dagirkeriya Tirk dema êrişên li dijî Efrînê wêran kirin, pêşandin.

Paşê Îbrahîm Şêxo bendên peymana Lahy xwendin ku balê dikişîne ser parastina şûnwar û hesabxwestina ji kesên pê dilîzin.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mX03bOfWmZ8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>