Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê panelek li dar xist

Bi boneya salvegera 5`emîn a rizgarkirina bajarê Minbicê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbic û gundewarê wê panelek bi diruşma "Bi berxwedana biratiya gelan em ê teror û dagirkeriyê tê bibin" li dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê panelek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê panelek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê panelek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê panelek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê panelek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê panelek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê panelek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê panelek li dar xist
14 tebax, 2021   14:23
MINBIC

Panel li hola navenda Çand û Hunerê ya aliyê rojavayê bajêr bi amadebûna endamên saziyan û partiyên siyasî yê Minbicê hate lidarxistin.

Panel bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre têkildarî destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê, rewşa bajar di dema rizgarkirinê de, avakirina Meclisa Leşkerî a Minbicê û saziyên sivîl sinivîsyonek hate pêşandan.

Berdevkê Meclisa Leşkerî a Minbicê Şervan Derwîş destpêka panelê axivî û got: "Di pêvajoya 5 salên de xebatên me yên perwerdekirin û rêxistinkirin ranewestiya, em gihaştin qonaxên serkeftî ku dikarin şêniyên xwe biparêzin, ji bo ku em karibin vê erkî berdewam bikin ji hemûyan tê xistin ku hevgirtî bin, ji ber ku parastin berpirsyariyeke giştî ye."

Der barê boneya rizgarkirina Minbicê de Derwîş ev nirxandin kir: "Bi rastî  ev ferzendeke ku em careke din  5 salên derbasbûyî di berçavan re derbas bikin, ya girîng di xwendina me ya ji pêvajoya derbasbûyî re ew e ku xwendineke rexneyî be ku em kêmaniyan bibînin û pêşerojê ava bikin."

Dûvre hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî axivî û destnîşan kir ku bajarê Minbicê herêma herî ewle li Bakurê Sûriyê ewlehî ye  û got: "Em ji xezm û gelên xwe re dibêjin ku dema hûn ewladên me di cihên îdarî de dibînin ew ji bo xizmetkirina gel li wir in."

Di dawiyê de beşdaran nêrînên xwe parve kirin, got, ew ê li dijî projeyên hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin hevgirtina xwe ava bikin û banga parastina destkeftiyên şehîdan kir.

(eh)

ANHA