Rêveberiya Xweser li Siwêdayê gihaşt çi astê û astengiyên li pêş wê çi ne?

Berdevkê rêxistina “Siwêda berî her tiştî” Merwan Medah got ku di bingeha Rêveberiya Xweser de li Siwêdayê ji aliyê ewlehiyê ve pêşketin heye, lê belê heta niha koalîsyoneke siyasî pêk nehatiye. Her wiha Medah rewşa rêveberiyê û ewlehiyê ya li Siwêdayê nirxand.

Rêveberiya Xweser li Siwêdayê gihaşt çi astê û astengiyên li pêş wê çi ne?
14 tebax, 2021   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Hemwextî nakokiyên domadar di navbera hikumeta Şamê û şêniyên Siwêdayê de, besha ihtîmalên pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li Siwêdayê (başûrê Sûriyê) tê kirin.

Nakokiyên di navbera şêniyên bajêr û hikumeta Şamê de têkildarî leşkerkirina bi darê zorê û desthilata saziyên ewlehiyê li parêzgehê di nîqaşê de ne.

/kr/uploads/files/2021/08/13/174502_whatsapp-image-2021-08-12-at-12.34.30-pm.webp

Bi gurbûna şerê li Derayê ya li kêleka Siwêdayê re, pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li başûrê Sûriyê jî zêde tê nîqaşkirin. Ji bo ku em rewşa li wir zêdetir nas bikin, ajansa me xwe gihand berdevkê rêxistina “Siwêda berî her tiştî” Merwan Medah.

Rêxistina “Siwêda berî her tiştî” yekemîn rêxistin e ku banga pêkanîna Rêveberiya Xweser li Siwêdayê kir.

'HEM HIKUMETÊ, HEM JÎ OPOZÎSYONÊ ÎFLAS KIRIN'

Merwan Medah behsa rewşa Sûriyê kir û diyar kir ku piştî 11 salan ji aloziya Sûriyê êdî xuya ye ku hem hikumetê, hem jî opozîsyonê îflas kirine.

Medah daxuyand ku niha li Sûriyê tevlîhevî û dagirkerî û destwerdanên dewletên herêmî û navneteweyî di dosyaya Sûriyê de hene û wiha got: “Li Sûriyê du proje hene, yek projeya rejîmê ye ku dixwaze her tiştên awarte û nû ku derdikevin holê û daxwazên welatiyên Sûriyê bi heman rêbazê berê li hemberê bisekine, lê ev proje êdî ne guncaw e. Li aliyê din, opozîsyona Sûriyê nebû alternatîfeke baş ku xwe pêşkêş bike û gelê Sûriyê bi nêrîna xwe îqna bike, ji mehên destpêkê ve xwe spart îslama siyasî û di serî de Îxwan, bi wê yekê jî hemû şepêlên din ji xwe dûr xistin.

Li Sûriyê du sîstemên dijberî hev hene. Her duyan jî îflas kiriye. Bi demê re û piştî salên kêm ji buyerên li Sûriyê, nimûneya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku berê ne amade bû, lê belê di nava buyeran, serhildana gelê Sûriyê û şerê li dijî DAIŞ`ê, derket holê.

HÛN RÊVEBERIYA XWESER LI SIWÊDAYÊ, ÇAWA DIBÎNIN?

Medah wiha behsa Rêveberiya Xweser a Siwêdayê kir: “Di rastiyê de, ger em behsa wateya siyasî ya Rêveberiya Xewser bikin, Rêveberiya Xweser li Siwêdayê nîne. Ji aliyên ewlehiyê ve hin pêşketin çêbûn, wekî xwespartina hêza xwe.

Hin komên dûrî rejîmê û milîsên Îranê hene ku li zêdetirî cihekî parastina Siwêdayê kirin. Di serî de Tevgera Rîcal El-Kerame ku berê şêx Ebû Fehid Wehîd el-Belûs bi rê ve dibir. El-Belûs sala 2015`an hate kuştin û valahiyeke mezin li dû xwe hişt ku tevger tevlîhev bû.

Lê di giştî de, ezmûna mezin ji bo hemû komên li Siwêdayê bû, ku parastina bajêr , xak û namûsê dikirin. Di dema êrişa DAIŞ`ê di 25`ê Tîrmeha 2018`an de, di saetekê de gelê Siwêdayê rabû ser piya û berê xwe da eniyên şer, da ku parastina Siwêdayê û gundên wê yên rojhilat bikin. Wan di saetekê de DAIŞ qewitandin."

Medah destnîşan kir ku ew êriş bi rengekî ji rengan plankirî bû û hebûna DAIŞ`ê li Siwêdayê bi destê hin aliyan bû û wiha nirxandina xwe dewam kir: “Ew ji kampa Yermûk anîn. Piştî ku danûstandinên bi şênyan re yên têkildarî biçekkirina nêzî 50 hezar ciwanan di artêşê de bi bin ketin, rejîmê û Rûsya destûr da DAIŞ`ê ku êriş bike. Tevgera Rîcal El-Kerame bi serkêşiya Wehîd El-Belûs derket û li hemberî sûcdarê herî hov li Sûriyê Wefîq Nasir (serokê îstixbarata leşkerî li Cebel û Elî Memlûk, sekinî.”

Medah diyar kir ku rêxstina “Siwêda berî her tiştî” ku ew serokê wê ye, rêxistineke siyasî ye li Lubnanê hatiye qeydkirin û ev agahî dan: “Me di 2018`an de dest bi pêşkêşkirina fikreya modela nimûneya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, da ku ji me re bibe mînak. Tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişibihe tecrubeya hin gelên din wekî Sangapor. Ev tecrube wekî ronesansê û derbaskirina rewşa tevlîheviyê ye, di nava xwe de hejmareke ne mezin ji şêniyan hembêz dike, desteyek ava kiriye, herêmê bi rê ve dibe û astengiyan derbas dike.”

'HEVALBENDIYA SIYASÎ TUNE YE'

Merwan Medah got ku hîn zû ye behsa bingeha Rêveberiya Xweser li Siwêdayê bikin û daxuyand ku li Siwêdayê dê rêveberî bê damezirandin, lê belê niha hîn zû ye. Medah wiha axaftina xwe dewam kir: “Li Siwêdayê hêzên siyasî hene bang dikin û xwe birêxistin dikin da ku rêveberî bê damezirandin, çi ji aliyê hin kesayetan ve çi jî ji aliyê hin hêzên siyasî ve be û di nav de rêxistina me. Partiya ku vê dawiyê hatî avakirin û di demeke kin de gel li dorê kom bûye, partiya Lîwa Sûrî ya ku Malik Ebû El-Xêr serokatiya wê dike ye.

Hin aliyên din jî li Cebel hene dixwazin rêveberiya xweser bê avakirin, lê belê her yek dixwaze wê li gorî feraseta xwe ava bike. Hîna me koalîsyoneke siyasî ava nekiriye. Li Siwêdayê partiyên siyasî û kombûn hene wekî Kombûna Nîştimanî ya Demokratîk ew jî kombûna rewşenbîran e, Şepêla El-Miwatên, Ciwanên Siwêda jî girêdayî partiya Aştiyê ya Sûriyê ne û navenda partiyê li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê alîgirên wê li Cebel jî hene. Li Siwêdayê her wiha rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqî yên ji derveyî çarçoveya partiyetî hene, wekî rêxistina parastina ekolojiyê ew rêxistineke serkeftî ye, rêxistina mafên mirovan, her wiha gelek şepêlên siyasî û rêxistinên din hene.”

Merwan Medah daxuyand ku behsa bingeha rêveberiya xweser kirin, tê wateya gihaştina hevbendiyekê, lê belê heta niha negihaştine koalîsyonekê. Medah banga hevgirtinê li hêzên siyasî kir ku û hêvî kir ew bigihêjin asta ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştiyê, ku di bin sîwana MSD`ê de hemû hêzên siyasî kom bûn û koalîsyoneke siyasî hate avakirin ku bi sîstemeke rêveberiyê ya herêmê bi rêve dibe, bi encam bû û got, lê belê em hîna negihîştine wê qonaxê.

Medah, rewşa rêveberiyê li Siwêdayê wiha nirxand: “Rêveberî hîna tune ye da ku em li ser formekê ji bo rêvebirina herêmê û saziyên girêdayî wê li hev bikin. Hin kom li herêma Cebel hene ku parastina wê ji êrişên ji aliyê rojhilat û rojava ve dikin. Li rojava milîsên girêdayî Nusra û Ceyş El-Îslam hene, li rojhilat jî DAIŞ heye.

Belê, hin komên ji ciwanan û mêran hene ku Cebel diparêzin û ne girêdayî tu partiyan in. her wiha hêza têkoşîna li dijî terorê heye ku vê dawiyê li Siwêdayê hate avakirin, ew baskê leşkerî ango koma leşkerî ya girêdayî partiya Lîwa ye ku min berê behsê kiribû. Li Cebel tu sîstemeke parastinê ku bi fermana mecliseke siyasî tevdigere tune ye. Ez dixwazim ku em wê yekê ava bikin.”

`YÊN KU BANGA RÊVEBERIYA XWESER DIKIN, HIKUMETA ŞAMÊ WAN REŞ DIKE`

Li ser têkiliya di navbera sembolên rêveberiyê û koman ji aliyekî ve û hikumeta Şamê ji aliyekî din ve, Medah da zanîn ku desthilata Sûriyê her tim wan reş dike û wiha domand: “Bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê û li ser medyaya dijîtal 24 saetan rêveberiyê reş dike û her karekî ji derveyî wê desthilatê tê meşandin, reş dike. Ev desthilat dixwaze herêm biçûk be û di bin fermana wê de be, her wiha bêy hesab zarokên vî gelî dike qurban."

'RÊVEBERIYA XWESR A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ LI HEMBERÎ ASTENGIYÊN XETER BI SER KET'

Merwan Medah, tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha nirxand: “Hinek caran navê Rêveberiya Xweser a Kurdî lê dikin, ez li dijî vê têgehê me. Li herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen dijîn. Belê, rola Kurdan a rêveberiyê di aliyê siyasî û partiyetî de heye, ji ber ku tecrubeya wan ji aliyê siyasî ve dewlemend e. Bi wê yekê ew dînamîkê vê modelê bûn, lê belê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bi rengekî maqûl û hevseng û hevgirtî ket tevgerê û bi demê re rêveberiyek û koalîsyoneke siyasî ya xwedî sîstema parastinê (QSD) hate avakirin û karîbû li hemberî astengiyên xeter wekî DAIŞ`ê bisekine û hebûna vê rêveberiyê li ser erdê ferz bike, her wiha istîxbarat, aborî, dibistan, perwerde, tenduristiyê û gelek qadên din bi rêve bibe.

Bi rastî, li gorî mercên ku Sûriyê tê re derbas bû Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftî ye. Em nikarin Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi ser ket bi welatên wekî Belçîka û Siwêdê re hevrû bikin, lê belê em dikarin bi parçeyên din ên Sûriyê re hevrû bikin. Ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve gelek baştir û cudatir e. Hin têbînî û şaşitî hene, ev tiştekî asayî ye. Lê taybetmendiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku rexneyan qebûl dike û dibe bersiv. Ev tiştekî mezin û pir baş e.”

ÇIMA HINEK ÊRIŞÎ PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER DIKIN?

Mehah sedema êrişên li ser Rêveberiya Xweser wiha şirove kir: “Rêjeyek pir kêm êrişî Rêveberiya Xweser dikin. Ew jî sîstema berê ya rejîma mafyewî ya ewlehiyê ku bi fermana Îran, Hizbullah û Rûsyayê tevdigerin, ew jî ên ku ji aloziyê, şer û bazirganên şer werdigirin in.

Di opozîsyonê de jî heman model heye. Hin kes hene ji aloziyê sûdê digirin, bi taybetî di warê mirovî de. Bi dehmilyaran dolar ji gelê Sûriyê re hatin pêşkêşkirin, lê belê çi gihaşt penaberên Sûriyê? Miqdarên pereyan ên kenê mirovan tînin, gihaştin sûriyan. Milyarên din jî hin kom an kesayet dest datînin ser. Tiştekî asayî ye ku hin kes an alî ji ber sedemên siyasî êrişî Rêveberiya Xweser bikin, ji ber ku ew dibînin ku dê rêveberî ji bo berjewendiya beşekî mezin ji xelkê, li ser hesabê wan be. Bi wateyeke din dê zêrê bi ser wan de tên, qut bibin. Hinekan ji wan jî sûcên şer pêk anîn, ew pêşbîn dikin ku Rêveberiya Xweser dê wan bide edaletê.”

Medah got ku rêjeyeke mezin ji yên êrişî Rêveberiya Xweser dikin, mixabin ji nezanbûnê êriş dikin û wiha nirxandina xwe dewam kir: “Peywendiyên me bi xelkê re hene û em nêrînên wan digirin. Em dişopînin û dibînin ku rêjeyeke mezin ji xelkê rêveberiya xweser nas nakin. Di aliyê çapemeniyê de hîna pênasekirina Rêveberiya Xweser ne di asta tê xwestin de ye, lê li aliyekî din heta rojnamevanên ku piştgiriyê didin rêveberiyê li pêş wan sîstem anku dezgehên çepemeniyê yên mezin hene wekî çapemeniya opozîsyonê, rejîmê û saziyên girêdayî wan.”

Medah diyar kir ku ew bi hewldanên reşkirina rêveberiya xweser û daxwazên wê re, rû bi rû ne û gelek caran Rêveberiya Xweser bi veqetînê û parçekirina Sûriyê tê binavkirin û wiha pê de çû: “Destpêkê min ev pirsgirêk wekî têgeh didît, lê belê di rastiyê de mijar bigirêktir e. Ji ber ku fikreya navendîbûna dewleta Sûriyê an navendîbûn an navenda biryar û desthilatê li paytexta Sûriyê, di dîroka Sûriyê de têgeheke kevin e.”

`RÊVEBERIYA XWESER..HEWLDANA DAWÎN A RIZGARKIRINA SÛRIYÊ JI HILWEŞANDINÊ YE`

Medah têkildarî hinek îdiayên ku dibêjin; Rêveberiya Xweser li ser Sûriyê xeter e, wiha got: “Ew ne xeter e. Rêveberiya Xweser rizgariya gelê Sûriyê ye û dergeha yekane ya heyî ye. Rejîmê îflas kir, ji ber ku ne xwedî çareseriyeke rasteqîn e û demê bi kar tîne. Ew wekî Hîtler û Sedam Husên e û dê were darvekirin. Opozîsyonê jî îflas kiriye, hêvî wenda ye û aso girtî ye. Firkireya Rêveberiyê derket û destpêkê gelek alî pê îqna nebûn, lê bi demê re êdî bi ser ket û wekî rêveberiyeke modern û şaristanî ku bi tecrubeyên gelên din bandor bû, xwe berz kir. Hemwextî tevlîhevî, kaos û şerên hundirîn, vê rêvberiyê karîbû kar û barên xwe bi xwe bi rê ve bibe. Me jî ev rêveberî li pêşberî xwe nimûneyeke ku em îlhamê jê bigirin, dît.”

Mehah dibêje ku ew li herêma Cebel, îlhamê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê digirin û got ku yên behsa parçebûn û veqetînê dikin divê zanibin ku ger Rêveberiya Xweser veqetîn xwestiba, wê veqetiyabûya, ji ber ku li ser erdê xwedî hêzeke mezin e û di şer de jêhatî û hevgirtî ye.

Merwan Medah daxuyand ku Rêveberiya Xwesr dergeha rizgariyê ye û wiha lê zêde kir: “Dema qala rêveberiya xweser li pêş dijminên wê tê kirin, dibêjin ku ew cudakariyê dixwaze. Berovajî wê yekê, Rêveberî yekitiyê dixwaze. Sûriyê hatî parçekirin, Tirkiyê, Rûsya, Amerîka, Îran û Îsraîlê, her yekî beşek birî. Rêveberiya Xweser ne Tirk, ne Amerîkî, ne Rûs û ne jî Îranî anîn herêmê, ew herêmên xwe bi xwe bi rê ve dibin da ku ji qonaxa tevlîheviya siyasî, aborî û civakî xilas bibin û bi demê re nimûneyek ava kirin ku hemû qadên jiyanê wekî perwerde, tenduristî û hwd. ava kirin û herêm bi rengekî aqilane bi rê ve birin û modeleke serkeftî pêşkêş kirin.

Hinek texmîn dikin ku dê Sûriyê heta hetayê yekbûyî nemîne. Ev ne girîng e, hin dewletên mezin jî ji hev ketin, Yektiya Sovyet jî hilweşiya, lê belê Rêveberiya Xweser hewldana dawîn a rizgarkirina Sûriyê ji hilweşandinê ye.”

'ŞÊNÎ DIXWAZIN RÊVEBERIYA XWESER BÊ AVAKIRIN, DIVÊ EM JÎ ASTENGIYAN DERBAS BIKIN'

Li ser helwesta şêniyên Cebel li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, Medah got: “Li herêma Cebel, em, şênî û yên ku tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêçaretiya rejîma Sûriyê li hemberî vê aloziyê dişopînin, êdî hêvî dikin ku Rêveberiyeke xweser bê avakirin. Neavakirina koalîsyonekê heta niha li pêşiya me wekî asteginyekê ye û divê em derbas bikin.”

Berdevkê rêxistina “Siwêda berî her tiştî” Merwan Medah wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Em wekî rêxistinekê ku hewl dide rêveberiyeke xweser ava bike, em tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî tecurbeyeke bi îlham û pêşeng di Sûriyê de dibînin û herêma Bakur û Rojhilatê Sûryê ji gelek belayan û ji rewşa tevlîheviyê parast. Herêm ji aloziyên aborî yên li herêmên din ên Sûriyê û bi taybetî li herêmên serweriya rejîma Sûriyê jî, parast. Her wiha pirsgirêk û astengiyên ewlehiyê yên xeter jî ji herêmê dûr xistin. Em li Siwêdayê, bi awayekî domdar rastî pirsgirêkên ewlehiyê tên wekî bûyerên revandin, kuştin û bazirganiya madeyên hişbir. Siwêda veguheriye koorîdorek ji bo bazirganiya madeyên hişbir û gihandina wan ji Urdunê an Kendavê re, ji aliyê Hizbullah û milîsên girêdayî Îranê ve. Ev yek tê wateya şerekî veşartî yê mayînde. Ev astengiyên bigirêk in û bi rastî jî pêwîstî bi rêveberiyeke bi hêz û serekftî ya xwedî sîstemeke xurt û qewîm heye.”

(cx)

ANHA