​​​​​​​Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Rizgarkirina Minbicê berbangeke nû bû

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê got, pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê li ser bangewaziya welatiyan pêk hat û ji bo wan berbangeke nû bû.

​​​​​​​Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Rizgarkirina Minbicê berbangeke nû bû
13 tebax, 2021   23:40
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarê wê ji çeteyên DAIŞ'ê ku ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve di 2016'an de hatibû ragihandin 72 rojan dom kir. Meclisê di 15'ê Tebaxê de serkeftina li dijî DAIŞ'ê û rizgarkirina Minbicê ragihand. Şêniyên Minbicê ji wê demê ve her sal 15'ê Tebaxê roja rizgarkirinê ji çeteyên DAIŞ'ê pîroz dikin.

Minbicê ji bo komên çete herêmeke stratejîk bû ku herêmên rojava û herêmên Sûriyê û Iraqê yên ku çete lê belav dibûn bi hev ve girêdida. Çeteyên biyanî bi rêya dewleta Tirk derbasî Minbicê dibûn û ji wir derbasî herêmên din ên dagirkirî dibûn. Ji lewma rizgarkirina Minbicê derbeyeke xurt bû ku rê li pêşiya destekdayîna ji çeteyan re girt.

ꞌXELASIYA JI ZILMÊ YEꞌ

/kr/uploads/files/2021/08/13/175639_-.webp

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Umer Mazrelî yê cihê xwe di pêngavê de girtibû got ew bi  rizgarkirina Minbicê serbilind in ji ber ku wan soza xwe ya bi şehîdan re bi cih anî û welatî ji zilima çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Mezrelî destnîşan kir ku dema hêzên wan gihaştin bajêr "Welatî kêfxweş bûn ji ber ku ji mirinê filitîn û ji ber ku ewladên wan di nav refên hêzên leşkerî ku wan ji zilmê rizgar kirin de bûn."

/kr/uploads/files/2021/08/13/175717_-.webp

Fermandarê Meclisa Leşkerî Ebû Emar Minbic jî axivî û ev nirxandin kir: "Me bi coşeke mezin dixwest bajarê xwe Minbicê ji zilim û terora reş rizgar bikin, ji ber ku bajarê Minbicê herêmeke stratejîk e û li herêmê xwedî girîngî ye ku wê demê ji rojava û heta bi Sûriyê û Iraqê rêyên teqwîyekirina çeteyên DAIŞ`ê bû."

Ebû Emar diyar kir ku heta vê rojê welatî salvegera rizgarkirina Minbicê û gundewarê wê pîroz dikin ji ber ku jiyana wan veguherand  û wan ber bi azadî û demokrasiyê ve bir.

Fermandar Ebû Emar ev li axaftina xwe zêde kir: "Kêfxweşiya me nayê wesifkirin, li aliyekî kêfxweşiya bi rizgarkirinê û cejna ku di wan rojan de bû û li aliyekî jî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ`ê û qetilkirin û serjêkirina li kolanan, lê belê ji ber kiryarên çeteyan ên çandina mayînên li malan hema bêje bajar bû kavilkirî."

Ebû Emar Minbic di dawiya de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna hemû armancên ku ji wan gihaştine asta şehadetê da.

Piştî rizgarkirina Minbicê ewlehî û aramî li  herêmê misoger bû, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên bakur û rojavayê Minbicê dike armanc, ev jî jiyana bi hezaran sivîlan dixe xeteriyê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Zwuo6d-N0MI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>