Leşkerên Tirk li ser sînor du ciwanên kobanî birîndar kirin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li du ciwanên kobanî dan û wan birîndar kirin.

Leşkerên Tirk li ser sînor du ciwanên kobanî birîndar kirin
13 tebax, 2021   17:33
KOBANÊ

Ciwanê bi navê Mistefa Ehmed Umer ê 26 salî û Şiyar Mihemed Elî yên ji gundê Mînasê yê Kobanê li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê ve ji aliyê leşkerên dagirkeriya Tirk ve bi giranî hatin birîndarkirin.

Her du ciwan rakirin nexweşxaneya Emel a Kobanê .

Ciwanan diyar kir ku leşkerên Tirk li ser sînorê nêzî taxa Kanya Kurdan bi kevir û kêran êrişî wan kir û ciwanê bi navê Şiyar Mihemed Elî di lingekî xwe de birîndar bû.

Di kêmî deh rojan de ev cara duyemîn e ku ciwan li ser sînor Rojava-Bakurê Kurdistanê ji aliyê cendermeyên Tirk ve têne îşkencekirin.

(eh)

ANHA