​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 71 kesên din bi COVID-19 ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 71 kesên din bi vîrusa koronayê (COVID-19) ketine.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 71 kesên din bi COVID-19 ketine
13 tebax, 2021   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr Ciwan Mistefa eşkere kir ku kesên din (33 mêr in û 38 jin) bi vîrusê ketine û li van herêman in:

Hesekê: 20

Qamişlo: 28

Dêrikê: 18

Reqa: 1

Dêrazorê: 2

Kampa Holê: 1

Dr Mistefa ragihand ku du kesên din baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro 18 hezar û 939 kes bi vîrusê ketine jê 768 kes wefat kirine û hezar û 9 kes jî baş bûne.

(eh)

ANHA