Wezîrê Brîtanya: Efganistan vediguhere navenda tundrawan, dibe ku em vegerin

Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê li ser rewşa Efganistanê metirsiyên xwe anî ziman û hişyarî da ku Efganistan veguhere navenda tundrawan û li ser welatên rojavayî gefan çêbike.

Wezîrê Brîtanya: Efganistan vediguhere navenda tundrawan, dibe ku em vegerin
13 tebax, 2021   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, wezîrê parastinê yê Brîtanyayê Ben Wallace got, “Efganistan vediguhere welatekî binketî ku dibe komên tundraw mîna El-Qaîda lê bi hêsanî bi cih bibin, dibe ku careke din li ser welatên rojavayî gefan çêbike.”

Wallace li ser rewşa Efgfanistanê fikarên xwe anî ziman û pêşbîn kir ku El-Qaîde vegere wir.

Wallace wiha domand: “Efganistan ber şerê navxweyî ve diçe. Divê welatên rojavayî fêm bikin ku Talîban ne tenê hêzeke, lê belê di bin navê Talîban de gelek aliyên hevrik hene.”

Wallace destnîşan kir ku ger Talîban dest bi hewandina El-Qaîdeyê bike, dibe ku ew vegerin Efganistanê.

(şx)