Şêniyên Minbicê: Em dev ji malên xwe bernadin

Şêniyên bajarê Minbicê got, çiqasî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê zêde bibin jî ew dev ji malên xwe bernadin û bang li Komara Ereban û civata navneteweyî kirin ku êrişên dewletaTirk ên li ser herêmê rawestînin.

Şêniyên Minbicê: Em dev ji malên xwe bernadin
13 tebax, 2021   08:14
MINBIC

Di demên dawî de topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya ji malên sivîlan ên li gundê bakur û rojavayê bajarê Minbicê zêde bûye û li hemberî van êrişan civata navneteweyî bê deng e.

Şêniyên bajarê Minbicê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker dan û got, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û malên xwe terk nakin.

ꞌEM DEV JI MALÊN XWE BERNADINꞌ

Şêniya bi navê Hemîla Cuma diyar kir ku li gundên nêzî eniyan rojane sûc têne kirin, mal têne werêrankirin û sivîl dibin qurbanî.

Helîma Cuma ev li gotina xwe zêde kir: "Topbaran ji saet 01:00`ê piştî nîvê şevê dest pê dike û heta 06:00`ê sibê berdewam dike, ji ber vê yekê welatî bitirs in, lê dîsa çiqasî topbarana dagirkeriya Tirk berdewam bike jî em dev ji malên xwe bernadin û em ê li malên xwe bimirin û terka wan nakin."

Helîma Cuma di dawiyê de xîtabî Komkara Dewletên Ereban kir û got: "Divê em destek bin da ku dagirkeriya Tirk bisekinînin, ji ber ku di encama topbaranê de zarok û jinên bêguneh dibin qurban."

ꞌDIVÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK WERIN RAWESTANDINꞌ

Sîham Hîlal Himêdî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û xwezayê şermezar kir û bang li dewletên Ereban û rêxistinên mafên mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî erda Sûriyê û gelê Sûriyê rawestînin.

ꞌERDA ME GIRANBUHA YE Û EM XWÎNA XWE JI BO WÊ DIRIJÎNINꞌ

Nayîf El-Hesen jî got: "Bila dewleta Tirk û yên din bizanin ku erda me giranbuha ye û em bi xwîna xwe û xwîna zarokên xwe feda dikin, li ser vê yekê em destwerdana aliyê tirkî red dikin."

Nayîf El-Hesen di dawiyê de destnîşan kir ku ew li gundên li hemberî sînor rûdinên û got: "Bila her kes bizanibe ku dibe topbaran hin mal û milkên gel hilweşînin û zarokên bêguneh jî qetil bike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AfKL_GxT5qs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>