`Têkiliyên Kurd û Ereban misogeriya ewlehiya herêmê ye`

Hevserokê Komîteya Têkiliyan a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed diyar kir ku xurtkirina têkiliyên– Kurd û Ereban wê li hemberî çavnebariyên li dijî herêmê, ewlehiyê misoger bikin.

`Têkiliyên Kurd û Ereban misogeriya ewlehiya herêmê ye`
13 tebax, 2021   02:56
TEBQA – SELAM KÊREWAN

Kokên dîrokê yên têkiliyên Kurd û Ereban hene. Her du gelan bi hev re li hemer êrişên derve nexasim hêzên Xaçperest di serdema Selahedîn û osmaniyan de, parastina herêmê kir. Ji aliyekî din ve têkiliyên civakî û çandî yên di navbera Kurd û Ereban de rêbazek ji rêbazên jiyana biratiyê ye.

Têkildarî girîngiya têkiliyên Kurd û Ereban, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed, axivî.

Îbrahîm El-Mihemed wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan girîngiyê dide têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de. Ji ber vê yekê li şûna netewdewletê a xwedî yek ziman, yek çand û yek al, projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir, da ku hemû hemû pêkhate bi hev re bijîn."

Îbrahîm El-Mihemed bal kişand ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê û wiha axivî:"Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê û pêkanîna projeya neteweya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de ku dewletên desthilatdar tune dikirin, xurtir bûn û vegeriyan ser  kokên xwe yên dîrokî. Ji ber ku ji destpêka derketina sîstema netewdewletê piştî şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn, sîstemên kapîtalîst têkiliyên biratiyê yên di navbera Kurd û Ereban de paşguh kirinbûn."

El-Mihemed wiha domand: "Rejîmên erebî ne tenê ev yek kir, lê belê hewl da ku ziman û çanda Kurdan tune bike û xwest tevlîheviyê di navbera Kurd û Ereban de, derxîne. Hewldanên binpêkirina pêkhateyên herêmê hê jî berdewam in."

Her wiha diyar kir ku di aloziya Sûriyê de gelek hêzên ku deswerdana Sûriyê kirine proje bi pêş xistin, ji wan projeyan jî, projeya dewleta Îsraîlê bû ku dixwest hêza erebî lewaz bike da ku ewlehiya Îsraîlê biparêze, her wiha projeya dewleta Tirk ku dixwaze serdema Osmanî vejîne û xwe dispêre projeya Îslamî û Îxwanî û projeya Îranê ku şer dike da ku xwe bighîne sînorê Îsraîlê.

Îbrahîm El-Mihemed diyar kir ku têkiliyên Kurd û Ereban girîngtirîn projeya parastina herêmê û parastina dîrok û mîrasa wê ye."

Di dawiyê de Îbrahîm El-Mihemed bang li pêkhateyên Kurd û Ereban kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û bang li li nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîrên Kurd û Ereb kir ku her du pêkhateyan nêzî hev bikin da ku çarenûsa herêmê diyar bikin û li hember xeteriyên li dijî wan, hişyar bin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CP2k2WEw4Ow" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>