Şehîdên meha Tebaxê li Qamişloyê hatin bi bîranîn

Şehîdên YPG, YPJ û QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di meha Tebaxê de di cih û demên cuda de şehîd bûne, li Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hatin bi bîranîn.

Şehîdên meha Tebaxê li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Tebaxê li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Tebaxê li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Tebaxê li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Tebaxê li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Tebaxê li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Tebaxê li Qamişloyê hatin bi bîranîn
12 tebax, 2021   18:53
QAMİŞLO

Ji bo 97 şehîdên YPG, YPJ, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamê Rêveberiya Xweser ku meha Tebaxê de şehîd bûne  li Qamişloyê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê şehîdên PKK'ê yên ku di meha Tebaxê de şehîd bûn jî hatin bi bîranîn.

Malbatên şedhîdan, saziyên leşkerî û şêniyên Qamişlo jî beşdarî merasîmê ya ku li goristana Şehîd Delîl Saruxan hate lidarxistan bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Pişte êndamê Meclisa Malbata Şehîdan Îbrahîm Mehmûd axivî û got, meha Tebaxê ji bo gelê Kurd meheke pîroz e û wiha dewam kir: “Şehîd pêşengên têkoşîna me ne. Fermandarê Pêngava 15'ê Tebaxê Mahsum Korkmaz (Egîd) berxwedan fêrî me kir. Îro em ê jî bi vî ruhî li pey şehîdan li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em îro bi saya şehîdên xwe nefese hildidin û em ê li ser şopa şehîdên xwe heya ku biserkevin bimeşin.”

Piştî axaftinan navên 97 şehîdan hatin xwendin.

Di merasîmê de dengê şehîd Rûbar Hebûn (Renas Mihemed Emîn) ê li Xakurkê şehîd bûy hate gundarkirin.

Çalakî bi diruşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

ANHA