​​​​​​​Li Kobanê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin

Salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê bi şahiyekê li bajarokê Belek ê başûrê bajarê Kobanê hate pîrozkirin.

​​​​​​​Li Kobanê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin
12 tebax, 2021   17:49
KOBANÊ

Şahî di dirûşmeya "Bi rihê berxwedana gerîla em salvegera 38`an a Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz dikin" hate orgenîzekirin. Bi dehan şêniyên pêkhateyên Kurd û Ereb di şahiyê de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa PYD`ê ya Kantona Kobanê Şêx Ehmed Hemo axivî û salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdan û girtiyên zindanan pîroz kir.

Şêx Ehmed Hemo îşaret bi geşedanên beriya pêngava 15`ê Tebaxê ya li dewleta Tirk û Bakurê Kurdistanê her wiha rewşa Kurdan a di wê qonaxê de kir û ev got: " Pêngava 15`ê Tebaxê pêngaveke çarenûsî bû û di demeke dîrokî de pêk hat. Dîrok ji wê rojê ve dest pê kir û tîpên wê bi  xwînê hatin nivîsandin, ji  lewma divê îro em layîqî vê berxwedan û şehîdên wê bin."

Piştre endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya  Çelebiyê Emîne Ebdurehman got, ev pêngav bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji hemû gelê herêmê re bû sîwan û jinan hêza xwe jê girt.

Helbestvan Îsmaîl Hecî Murad helbest li ser welat û têkoşîna kurdan a li dijî dijmin xwendin

Di dawiya şahiyê de Koma Şehîd Xabûr a Stranan çend stranên xwe gotin û beşdaran govend gerand.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0Ek4HoCMmLo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>