​​​​​​​Li Şêrawayê ji ber teqîna mayînekê ciwanekî jiyana xwe ji dest da û yek din birîndar bû

Li gundê Meyasa yê navçeya Şêrawayê mayînek teqiya, di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û yek din birîndar bû.

​​​​​​​Li Şêrawayê ji ber teqîna mayînekê ciwanekî jiyana xwe ji dest da û yek din birîndar bû
12 tebax, 2021   17:07

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, vê êvarî li gundê Meyasa yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê mayîneke bi du ciwanan ve dema ku pêzên xwe diçêrandin teqiya.

Di encamê de Mihemed Mihemed (15) jiyana xwe ji dest da û yê din bi giranî birîndar bû.

ANHA