YJA Starê li Zapê li artêşa Tirk da

Gerîlayên YJA Starê li herêma Zapê li dijî çepereke artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.

YJA Starê li Zapê li artêşa Tirk da
12 tebax, 2021   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê hêzên YJA Starê li çeperekê xistiye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"11'ê Tebaxê saet di 06:30'î de hêzên me yên YJA Starê li dagirkerên li ser Girê Şehîd Merwan xist.

Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê li dar xist, derb li çeperekê hate xistin û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin."

11'ê Tebaxê saet di navbera 09:50'î û 10:00 de qada kafya ya herêma Garê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

11'ê Tebaxê saet di navbera 21:00-22:45'an de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Tabûra Ereban û Mervanosê geriyan. Nava rojê jî tunelên şer ên li qada Girê Sor bi çekên giran hatin bombekirin.

11'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-01:30'î de li herêma Avaşînê bi gazên kîmyewî êriş birin ser tunelên şer ên li qada Werxelê. Di heman demê de tunelên şer 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin. Li heman qadê liv û tevgera Droneyan dewam dike.

11'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-01:30'î de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Êdînê, Dêşîşê, Seraru bi obus û hawanan hate bombekirin.

Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye."